Hin sivîl şehîd ketin û hin birîndar bûn û ziyanên mezin li taxên nişteciyên bajar û bajarokên Xûta rojhilat û gundewarê Şamê çêbûn, ji ber êrîşên firokên şer yên rijêma Esed yên hevdem ligel topbarankirina navçeyê.
Û çalakvanan ragihandin ku herdu bajarên Heresta û ‘Erbîn bi zêdetir ji 60 êrîşên esmanî hatin bombebarankirin, tevî topbarankirina bajarên Dûma û Seqba û Cisrîn, ku bûn egerê kuştina sivîlan û birîndarbûna bi dehan sivîlên din li Dûma û Heresta.
Û êrîşên esmanî yên firokên Rihêmê bi awayekî serekî û zêde li ser rojhilat û rojavayê bajarê Herista hatin encamdan, ku bi 17 êrîşan hat bombebarankirin, tevî bombebarankirina taxa Qabûn li Şama paytext bi 14 êrîşan.
Herwiha şeqama Elhafiz li taxa Berzê li Şamê bi sê mûşekên ji corê “fîl” hat bombebarankirin, û taxa Tişrîn û Besatîn û Berzê bi dehên êrîşan hatin armanckirin.
Ji aliyek din hêzên rêjîmê berdewam in di bombebarankirina taxên rojhilat ên Şama paytext, hevdem ligel agahiyên niyaza hêzên Esed û milîsên mezheperist di êrîşkirina navçeyê, bi armanca kontrolkirina wê bi yekcarî.
Ji aliyê xwe ve, çalakvan ΄Udey ‘Oda tekez kir ku bombebarankirina taxên rojhilat yên Xûta rojhilat tê di çarçovê hewlên Rijêmê de yên ji bo valakirina derdora Şamê ji şoreşgeran û neçarkirina xelkê bo amzekirina agirbestan ligel hêzên Esed, bi armanca koçberkirina xelkê û valakirina navçeyê.
Li aliyek din, hin jêderên meydanî ragihandin ku hêzên Esed birastî dest bi oparesyonek leşkerî kirine bi armanca cudakirina taxa Berzê ji taxa Qabûn, wek pêgaveka destpêkî bo bigihêjin bajarên Xûta yên din, ji bo neçarkirina xelkê li ser amzekirina agirbestên hevşêwe yên li Xûta rojava û li navçeyên din yên gundewarê Şamê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî /’Ineb Beledî