Berdevkê bernema xwarinê ya cîhanî “WFP”, Herve Verhoosel, duhî roja sêşemê di konferanseke rojnamevanî de li Cenevreyê got ku berhemê çandiniyê li Sûriyê gihiştiye asta xwe ya herî kêm ku ji sîh salan de wilo kêm nebûye, bi sedema seqaya xerab û koçberbûna xelkê ji ber êrîş û topbarana ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsyayê, ku bûye sedema paşketina kerta çandiniyê.
Verhoosel bal kişand ser ku şanda nirxandina berheman û ewlehiya xwarinê, ragihandiye ku berhemê genim yê îsal li Sûriyê gihişt nizimtirîn pileya xwe li ser asta 29 salên borî, ku ev rêje nêzîkî 2/3 ji asta berhemê çandiniya par e.
Berdevkê Bernama Xwarina Cîhanê piştrast kir, ku çariyek ji malbatan li Sûriyê hê jî li ser çend sîstemên xwarinê yên kêm û bê kalîte dijîn, û diyar kir ku dateyên çavdêrîkirina ewlehiya xwarinê nîşan daye ku nêzîkî 44 ji sedî ji malbatan hejmara danên xwarinê kêm kirine, û bêtir ji 35 ji sedî ji wan xwarina mezinan sînordar kirine ji bo xwedîkirina zarokan, û bal kişandiye ku rewş li nav koçberan û malbatên vegeriyî de nemaze yên malxoyên wan jin in pir zehmetir e.
Ji aliyê xwe ve, rêveberê Bernama xwarinê ya Cîhanê, David Beasley, dakokî li ser pêdiviya gihandina alîkariya xwarinê ji bo malbatên hejar li Sûriyê kir, û diyar kir ku di programê de alîkarî ji bo nêzîkî 3 mîlyon kesî di meha îlona borî de hatibûn pêşkêşkirin.
Tê çaverêkirin ku Beesley bi serdaneke fermî biçe Sûriyê, û têde serdana devera Xûta Rojhilat û gundewarê Şamê û bajarê Zamalka û xalên belavkirina xwarinê û aliyên sûdmend ji alîkariyan bike, û herweha dibistanên ku zarokên wan alîkariyên xwarinê ji WFP werdigirin.
Wezareta Çandiniyê ya hikûmeta demî ya Sûriyê, ya bi ser Hevbendiya Niştimanî û Yekîneya Koordînasyona Piştgiriyê, riyên zûtir gengeşe kirin ji bo pêşxistina sektora çandiniyê û xweyîkirina ajelan li deverên rizgarkirî, ku divê Koordînasyona Piştgiriyê rabe bi pêşkêşkirina piştgiriyê ji saziya giştî ya samanê ajelan û projeya serjimêriyê û projeyê karxaneya êm re, ji ber serkeftina ezmûneke berê ya di navbera herdu aliyan de, û damezrandina platformeka ewlehiya xwarinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê