Balyoza Amerîka li NY, Nîkî Hîlî ragihand ku welatê wê li benda komîta NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî ye, ji bo destnîşankirina berpirsên bikaranîna çekên jehirdar li bajarê Xanşîxon ku ji aliyê hêzên Esed li 4’ê nîsana bûrî hatibû pêkanîn.
Hîlî got ku rapora rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê hêzên Rijêmê li dijî gelê Sûriyê tekez kiriye, û got ku”em çavrêyên tekezkirina lêkolîna serbixwe ne, ji bo destnîşankirina berpirsên van êrîşên hovane li dijî sivîlan ji bo ku dad cihê xwe ji bo qurbaniyan bigire“.
Ligor çend çavpêketinan ligel şahidhalan û herwiha ligor pişkîninên hatîn encamdan ji aliyê komîta dûvçûna rastiyan ya bi ser wê rêxistinê ve diyar bûye ku ” hejmarek mezin bi sedema gaza Sarîn yan karesteyeke hevşêweyê wê mirine “, û di raporê de hatibû ku “komîta dûvçûna rastiyan gihiştibû encamê ku ew gaza sarîn bixwe ye ku wek çekekî kêmyayî hatiye bikaranîn”, û rijêma Esed wê ji bo serkutkirina sivîlan bikar tîn.
Li aliyek din şanda Amerîka li NY tekez kir ku li roja pêncşemê raporek ji aliyê rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî hatiye amadekirin, û têde amaje hatiye kirin bi bikaranîna gaza sarîn yan keresteyek hevşêweyê wê li dijî bajarokê Xanşîxon li 4’ê nîsana bûrî.
Hêjayê gotinê ye ku li roja 4’ê nîsanê êrîşeke kêmyayî li dijî bajarokê Xanşîxon li gundewarê Idlibê ji aliyê hêzên Rijêmê hatibû pêkanîn, û bibû sedema kuştin û xenqandina bi dehan ji xelkê sivîl ku piraniya wan zarok bûn, û Amerîka yekser mûşek avêtin bi ser firokxaneya Elşi’îrat de li parêzgeha Himusê, wek bersivekê li ser bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê rijêma Esed li dijî sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat