Emerîka duh duşembê di daxuyaniyekê de ko ji nivîsgeha nûnera Emerîkî ya herdemî li bal Netewên Yekbûyî Nîkî Hêlî derketibû, têde gotiye ko bikaranîna Esed ji çekên kîmawî re bêsizakirin derbas nabe.
Hêlî di daxuyaniya xwe de ya sebaret bîranîna salane ya çarem ya êrîşa kîmawî ya ko hêzên rêjîmê roja 21.08.2013 dane ser Xûta rojhilat li gundewarê Şamê, destnîşan kir ko rêjîma Esed “hêj wan çekên qedexekirî bikar tîne tevî bizavên ji bo têkbirina wan bûne.”
Daxuyaniyê diyar kir ko“civaka navdewletî ji bo bersivdana êrîşa Xûta, pêngavin giring avêtin ji bo çekên kîmawî yên li bal rêjîma Esed têk bibe, bi amanca ko careke din bikar neyine”, û got “tevli bizava civaka navdewletî kir, hêj rêjîm wan çekan bê dilovanî li dijî miletê xwe bikar tîne.”
Daxuyaniyê bêtir got“cîhan behitî man dema rêjîmê di 4 nîsana borî de li bajarê Xan Şêxûn ya bi ser parêzgeha Idlib ve dîsa bikar anî, û di encamê de 100 kes hatine kuştin”.
Nivîsgeha nûnera herdemî ya Emerîkî di daxuyaniya xwe de tekez kir ko yên destê wan di bikaranîna çekên kîmawî derheqê miletê Sûrî de heye, dê bêne sizakirin. Û got : “gerek civaka navdewletî bi şêweyekî hevbeş kar bike ji bo nebikaranîna çekên kîmawî careke din danbîn bike û giring e êrîşên berê jibîr neke.”
Xelkên Sûriyê bîranîna çaremîn ya kuştara kîmawî vejandin, ya ko rêjîma Esed li Xûta Şamê pêkaniye û 1200 sivîl piraniya wan zarok û jin bûn bûne qurbanî. Xelkên Sûrî çend xwepêşindan û rawestandinên pirotestokirinê li welatên penaberiyê rêkxistin kirine û diruşmên hildane daxwaza dadgehkirina Beşar Elesed dikin, yên ko bi fermana wî ev kuştar çêbûne û bû sedema ku bi sedhezaran kes bêne kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzn şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî kir ko bi berpirsiyariyên xwe rabin, yên derbarê lêpirsîn û sizakirina berpirsiyarên tawankariyên bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê û hemû tawankariyên sivîl amanc kirine, û rawestandina wê ya yekcarî dabîn bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans