Wezareta derve ya Emerîkî piştgiriya raportekê ji navenda Sûrî ya dadwerî û lêpirsiyanê, ya li jêr navê ‘’Dîwar bi Guh in ‘’ kir, ko raport kirdeyên tawankarî yên dezgehên ewlehiya Esed eşkere dike.
Wezareta derve ya Emerîkî di malpera xwe ya fermî de got: ‘’ Raport diyar dike ko rêjîma Esed bi mebest hevwelatiyên xwe tevlî jin û zarokan li bal xwe digire ji bo dengê opozisyonê rawestîne.‘’
Wezareta derve di tiwîta xwe de got: ‘’Divê rêjîm bi dehhezarên girtiyan berde, li gora wezareta derve. ‘’
Raporta ko di 21 vê mehê de derketiye; aşkere kir ko mezintirîn kesayetiyên rêjîma Esed agahdar in bi êşkence, riswakirin, û kuştina bêsûcan yên di zindanên rêjîmê de dibin.
Navendê di raporta xwe de bi hezarên belgehên ko li ofêsên çend parêzgehan dest danîne ser wan ji xwe re kiriye jêder, û ji şirovekirina vê ezmûneyê belgehek ji 5000 rûpelî ji belgehên tekûz yên ko li dev wî ne bijartiye, ko ew bixwe 438hezar rûpel in.
Raportê destnîşan kir ko ‘’ Hejmarek mezin a rûpelan aşkere kirin ko ew berpirsiyarên desthilatê û berpirsên ewlehiyê çavdêriya wan tewanan dikirin, û sê rûpel bi kêmanî yên ko navenda Sûrî li wan vegeriyaye, ew tomarkirina gotûbêjên berpirsiyarên dewletê (…) bûn, hat xuyakirin ko ev rûpel diyar dikin ko birêveberî û şaxên ewlehiyê guhbelî li hev dikirin, û têkst û hevpeyvîn pevre parve dikirin.‘’
Belgehên ko ji hêla navendê ve hatine ravekirin, ji belgehên kêm in ên operasiyonên çêkirina biryarê yên dezgehên ewlehiyê yên rijêmê ne, ko netenê binpêkirinên metirsîdar ji mafên mirovan re diyar dikin, lê belê têwerdana dezgehên ewlehiyê di hemû aliyên jiyana Sûrî de aşkere dikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî