Emerîka doh, roja çarşemê, bi boneya salvegera şeşemîn ya êrîşa herî mezin ya kîmawî ya rejîma Esed li ser Xûta Şamê,ku di encam de derdora 1500 welatiyên sivîl bûne qurbanî û zarok û jin di nav wan de hebûn, ragehand ku ew rijd in li ser sizakirina rejîma Beşar Esed li ser tawanên wê li Sûriyê.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Emerîka de hatiye”Ne munkine lêborînê bikin derbarê dîroka rejîma hov di bikaanîna çekên kîmawî de li dijî gelê xwe, û jibîr jî nakin”
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Emerîka lêzêde kir ku”Waşniton dê berdewam be di bikaranîna hemû tedbîran ji bo nehiştina bikaranîna çekên kîmawî di pêşerojê de”.
Daxuyaniyê tekez kir ku “Esed û gelek kes ji rejîma wî ewên ku bawer dikin ku dê bikarbin di bikaranîna çekên kîmawî de berdewam bin ew “şaş” in”.
Hêzên rejîma Esed di 21 tebaxa sala 2013an de êrîşek bi çekên kîmawî li ser herdu Xûtên Rojhilat û Rojava li Gundewarê Şamê encam dabû,ku nêzîkî 1500 kesî jiyana xwe jidest dabû, û zêdetir ji 10 hezarên din jî birîndar bibûn ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Bi vê boneya xemgîn, Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê careke din tawanên rejîma Esed û hevalbendên wê di tinekirina şoreşa azadî û rûmetê de şermezar kir, û Hevbendiyê berpirsyaretiya vê yekê xiste stûyê civaka navdewletî ji ber bêdengî û cîbicînekirina erkê xwe beramber nehiştina rûdana vê tawanê.
Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê /Hin ajans