Duhî Amerîka careke din daxwaza dûrketina Esed ji desthilatê kir û bi helkefta çaremîn salvegera şoreşa Sûriyê “wêrekî û qehremaniya Sûriyan li hember zordestiyê” bilind nirxandin .
Berdevka wezareta derve ya Amerîka Cinîfer Bisakî got ku ” rêjîma Esed ji çar salan ve bi hovayetî û wêrankirin û serkutkirinê bersiva daxwazên Sûriyan yên azadî û çakzasiyên zêdetir dide “. û herwiha got ” me ji demek dirêj de gotibû ku pêwîst e Esed biçe û bi kesekî din bête guhertin bi rêka veguhestinek siyasî û danstandineka li gor daxwazên gelê Sûriyê be”, û cext kir li ser ku çûna Esed mercê “aramiya tekûz e” li Sûriyê.
Li aliyekî din balyozê Amerîka Li Sûriyê Danyal Robinştayin dît ku “pêgirtina Esed ya bêhêvî bi desthilatê li ser ketwarê tirsa rojane, nîşana hindê ye ku wî ji demeke dirêj de rewatiya xwe jidest daye û pêwîste ew derfetê bide bo veguhestineka siyasî ya rasteqîne”.
Ji aliyê xwe ve berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit tekez kir ku “çûna Esed mercekî bingehîn e bo derbasbûna her çareseriyeka Siyasî”, û Elmslit tekezî li ser wê yekê kir ku ” berî ev merc bibe mercê Hevbendiyê , ew mercê serekî yê gelê Sûriyê bû û hê jî ew merc lidar e,û ji bona wî nirx û qurbaniyên mezin dane”.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat