Tuesday, June 17, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Wezareta Derve Ya Emerîkî Dubare Dozê Dike Ko Berpirsiyarên Tawankariyên Hovane Li Sûriyê Siza Bikin

November 23, 2016
in Nûçeyên Siyasî
Reading Time: 3 mins read
A A
Wezareta Derve Ya Emerîkî Dubare Dozê Dike Ko Berpirsiyarên Tawankariyên Hovane Li Sûriyê Siza Bikin

Wezareta derve ya Emerîkî tekez kir ko divê pêrabûn bibin ji bo vekolînên sizakirina berpirsiyarên rêjîma Esed yên ko tawanên hovane lidijî miletê Sûrî cîbicî kirine. Û destnîşan kir ko ew piştgiriya komîta vekolînê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve dike, û ew jî bi heman encamên ko bigihênê re ye, der bare binpêkirinên mafên mirovan ko li Sûriyê dibin.

Bajarê Helebê rastî êrîşeke leşkerî ya tund ji hêla Rêjîma Esed û Rûsya û Milîtanên Îranî ji roja sêşembê 15.11.2016 ve dibe, di encamê de 412 kes ,du parên wan zarokin, şehîd ketine. Çalakvanan bikaranîna çekên bêserûber li dijî sivîlan belgeh kirine, hem li dijî avahiyan, û bi wê sedemê jî hemû nexweşxane ji xizmetê derketine.

Berdevkê wezareta Emerîkî Con Kêrî got: “divê vekolîn bêne kirin da berpirsiyarên Sûrî li ser tawanên hovane lidijî miletê Sûrî bêne sizakirin. Me piştgiriya vekolînan kiriye û tiştê Netewên Yekbûyî û rêkxistinên Sûrî dikin tako binpêkirinên lidijî mafên mirovan li Sûriyê belgeh bikin, û me piştgiriya komîta vekolînan ya bi ser Encûmena mafên mirovan li Netewên Yekbûyî kiriye.  ”

Piraniya Encûmena Cîgirên Emerîkî bi erênî deng dane, li ser sizakirina her kesên alîkariya rêjîma Esed kirine, li gor yasaya bi “Sîzer”, ji nav wan jî Rûsya û Îran, bi armanca bidawîkirina tiştê tê sere gelê Sûriyê.

Û li gora serjimara ko Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî amade kiriye ji bo belgehkirina tawanên Rêjîma Esed û Rûsya yên di operasiyona dawî de kirine, firokên Rûsya û yên Rêjîma Esed bêtir ji 30 kuştarî li taxên Helebê yên dorpêçkirî pêk anîne, ko hejmara xelkên wan digihêje 300hezar kesî, her wiha bêtir ji 12 kuştaran li gundewarê Helebê pêk anîne û bidehên sivîlan bûne qurbanî.

Û Kêrî piştgiriya Emerîka ji encamên civîna Encûmena Mafên Mirovan re ya heyva derbasbûyî tekez kir , ya ko tê de doz kiriye ku pêrabûnên vekolînan di derbarê êrîşên asmanî li ser Helebê bikin, û kesê ku pê rabûne destnîşan bikin. Her wiha Waşinton çavdêrî û piştgiriya xwe ji  komîta sêyem ya komelgeha Netewên Yekbûyî re, û biryarên wê yên li ser rewşa mirovan li Sûriyê ragihand, û piştgiriya damezirandina komîta çavdêriya bikaranîna çekên kîmawî û destnîşankirina aliyên li Sûriyê bi kar anîne kir.  

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Elmanî Firank Walter Şitaymer, piştî hevdîtina digel şandyarê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora li Berlîna paytext, doh sêşembê ji Rûsya û Rêjîma Esed daxwaz kir ko êrîşên xwe li ser Helebê rawestînin û destnîşan kir ko nabe ev rewş berdewam bike.

Ji aliyê xwe ve şandyarê navnetewî Dî Mistora got ku ew hizir dike Rêjîma Esed ev dema ji serokê Emerîkî Tiramp re maye, heta ko karûbarên xwe birêve bibe, delîve bibîne û “derbekê tund li rikberên xwe bideˮ.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike
Nûçeyên Siyasî

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike

November 7, 2023
Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin
Nûçeyên Siyasî

Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin

June 25, 2022
Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e
Nûçeyên Siyasî

Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e

April 2, 2022
Next Post
Destjêberdana Navdewletî Sedema Serekî Ye Ji Tiştên Ko Li Sûriyê Çêdibin

Destjêberdana Navdewletî Sedema Serekî Ye Ji Tiştên Ko Li Sûriyê Çêdibin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.