Berpirsiyarekî mezin yê Wezareta Derve ya Emerîkî ragihand ko Emerîka dê berdewam be li himber çi hewldanên Îranê ko dixwazin têwirdana xwe di Herêma Rojhilata Navîn de berfirehtir bike, heta ko lihevhatin li ser dosya Newewî jî çê bibe.
Di heman çaxê de Xalid Xoca serokê Hevbendiya Niştimanî doz li Hevalên Gelê Sûrî û Emerîka kir da sînorekî li pêşiya têwirdana Îranê di Sûriyê de ya ko gihiştiye asta dagîrkirinê deynin. Xoca salixê helwesta Emerîka bi “Xemsariyê”, û helwesta Hevalên Sûriyê bi “temaşekirinê” da.
Xalid Elxoca got: “Operasiyoneke lihevkirinê di nav Emerîka û Îranê de derbarê dosya Newewî heye. Li wir em dibînin ko Îranê gelek mijarên hevtêgihiştinê bi Emerîka re datîne, yek ji wan Rêjîma Esed e, û xuya ye ko Îran nuha Sûriyê dagîr dike. Û (Qasim Silêmanî) ew bi xwe çavdêr û birêveberê operasiyonan e li wir wek gava li Îraqê jî bû , bi beşdarî an jî bi pejirandina wî ji Emerîka re bi heman rolê rabûye.”
Serokê Hevbendiyê tekez kir”gerek dewletên Hevalên Gelê Sûrî û Emerîka sînorekî ji têwirdana Îranî re deynin” û doz kir: “ko tu hevgirêdanê nekin navbera lihekirina bi Îranê re û babeta Sûriyê , û mana Esed ne beşeşek ji wan lihevkirinan be.”
Herweha Cîgirê Serokê Hevbendiyê Hişam Merwe doz li Encûmena Asayişa Navdewletî kir: “da birayarekê ferzkirinê derxînin ji bo Rêjîma Îranî neçar hêzên xwe ji Sûriyê vekêşîne. ” û tekez kir: ko “ne mumkine asoya çareseriya siyasî li Sûriyê ruhnî bibe û Rêjîma dagîrker ya Îranî û Çeteyên mezhebperest yên ko ew piştgiriya wan dike li Sûriyê bin.”
Jêder: Hevbendî+Acans