Wezareta derve ya Tirkiyê êrîşdanên Firokên Rêjîma Esed û yên Rûsya li dijî Nexweşxanên Helebê pirotesto kir.
Wezareta derve di daxuyaniyekê de doh roja pêncşembê diyar kir ko hêzên Esed û firokên Rûsî berdewam in di amanckirina herêmên niştecihan û bi hovîtî Nexweşxane, Dibistan û Mizgeftan li hemû Sûriyê wêran dikin.
Wezaretê tekez kir ko ev êrîş bi mirovantiyê ve ne girêdayî ne û ev kirde bê siza derbas nabin
Wezareta derve hêvî dike ko berpirsiyarên evan tawankariyan di nêzîktir dem de siza bibin û civaka navdewletî bi erkê xwe rabe da evan êrîşln hovane yên lidijî miletê Sûrî birawestînin.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niûtimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê doh pêcşembê di daxuyaniyekê de diyar kir ko Rêjîma Esed êrîşên xwe yên leşkerî ji dûmahiya danûstandinên Cinêvê berfireh kirine û ew dibîne ko ev li himber biryarên Netewên Yekbûyî beraberiyeke tund e.
Nêrebiyê bêtir got ko rawestandina Rûsya û Îranê li rex Rêjîmê hem jî bêdengiya Civaka Navdewletî evê yekê hişt ko ev gûrbûna metirsî çê bibe. Bal kêşand ser ko ev gefê li operasiyona siyasî dide.
Çalakvanan diyar kir ko firokên cengî yên rêjîma Esed û Rûsya çarşembê taxên Elşear, Henano, Elsalihîn û Elme’adî û Elmercê bi dehên derbên asmanî amanc kirine. Hem jî bi bombebaraneke wek wê bajarokên Heyan, Hirêtan, Kefir Hemra amanc kirine.
Çalakvanan diyar kir ko “ji encama bombebaranê Nexweşxana Elhekîm û ya Elbeyan li taxa Elşear ji xizmetê derketine, çimkî ew yekser bi bermîlên teqîner hatine amanckirin. ” û bêtir got:“navendeke tendiristiyê bi sedema lêketina bermîleke teqîner ko hişt piraniya avahiyê wêran bibe ji xizmetê derket.”
Jêder: Enadol