Komîta navdewletî ya Xaça Sor êrîşa ko karwanên alîkariyên mirovî ya bi ser wê ve ya ber bi Heresta ve li Xûta rojhilat ko ji hêla rêjîmê ve li gundewarê Şamê hatiye amanckirin, pirotesto kir, ku di encama êrîşê de endamekî Heyva Sor Ya Sûrî birîndar bû.
Di daxuyaniya Xaça Sor de hatiye ko karwanê ji 37 kamyonan pêk dihat û alîkarî bo 11hezar kesan li bajarê Heresta dibirin ya ko ji 8 heyvan ji hêla rêjîmê ve hatiye dorpêçkirin, roja şemiyê hatiye amanckirin.
Daxuyaniyê bêtir got ko bi nêzîkbûna karwan ji bajarê Heresta nêzîk demjimêr heftê êvarî roja şemiyê gulebaran kirin û di encamê de endamekî rêkxistina Heyva Sor ya Erebî Sûrî bi giranî birîndar bû, li gora ko şoreşgeran gotine herêma ko karwan lê hatiye amanckirin di bin kontrola hêzên rêjîmê de ye.
Komîta navdewletî daxwaz ji hemû aliyên leşkerî kir ji bo karmendên xebatê di biwara mirovî de dikin biparêzin, û pabendiyê bi rêzgirtina diruşma Xaça Sor û Heyva Sor bikin.
Komîtê daxwaz kir ko giring e dabînkirina ewlekariyê ji karwanên wê re bête nûkirin, ji bo karibe bipêşve biçe di pêşkêşkirina alîkariyên xwe yên ko plan kirine, hem jî tekez kir ko ew bi pêdiviviyên sivîlên Sûrî li herêmên cobicor pabend e.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî