Duhî roja înê li nêzîk derwazê Elmesne’h yê sinorî li navçeya Elbiqa’h (rojhilatê Libnanê) bi sedan xelkê Libnanê bi xwepêşandanekê bi qotkirina riya navdewletî rabûn, bi daxwaza şikandina dorpêçkirina bajarê Medaya, ya nêzîkî 7 heyvan e hatiye dorpêçkirin ji aliyê rêjîma Esed û mîlîşiya Hizibulaha tetorîst ve ku jiyana 40 hezar sivîlî dibin gefa mirinê de ye ji birçîna.
Li aliyek din Encûmena zanayên dar elfitwa li Biqa’ê bi serokatiya miftî şêx Xelîl Elmîs daxwaz ji Hikûmeta Libnanê kir bi qedexekirina çûna çekdarên Hizibulah li Sûriya û pişkdariya wan di kuştina gelê Sûriyê de, herwiha daxwaza dîtina mêkanizmên berdest kir ji bona şikandina dorpêçkirina Medaya û hawarçûna xelkê wê.
xwepêşenderan “nan” bilind kiribûn wek balkişandinekê li ser qutbûna xwarinê bi yekcarî ji ser bajêr, ku hin çalakvanan hin wêne û vîdiyo yên zarokan û kalemêran belav kiribûn û têde parsûyên wan dihatin xuyakirin ji birçîbûnê.
Herwiha xwepêşanderan di duruşmên xwe de nivîsandibûn “gelo ma tê bawerkirin di vê serdemê de xelk kûçik û pisîkan bixwin?”, wek amajekirinê bo neçarbûna xelkê Medaya ku goştê kûçik û pisîkan bo rizgarkirina xwe ji birçîbûnê bixun.
Û li ser malperên enternêtê haştaxa “Piştgirê Medaya” pir belav bû, têde wêneyên hin alîgirên mîlîşiya Hizibulaha terorîst digel xwarinê belavkiribûn, wek pêkenîn bi xelkên ji birçiya dimirin li Medaya.
Jêder: Hevbendî+ Anadol