Xwepêşandanek li Biroksilê paytexta Beljîka ji bo şermezarkirina êrîşên rêjîma Esed û Rûsiya li ser navçeyên rizgarkirî hat lidar xistin, û têde daxwaza rizgarkirina bajarê Heleb hat kirin, û herwiha daxwaza rawestandina bombebarankirina bitewşî ya li dijî sivîlan, hevdem rexne li bêdengiya civaka navdewletî li ser bombebarankirin û koçbarkirina neçarî ya xelkê hat kirin.
Xwepêşandan duhî roja sêşemê li qada “Şoman” ya nêzîkî herdu baregehên encûmen û komsyona Ewropî û bi beşdariya zêdetir ji 100 kesî hat lidarxistin, û têde hevokên mîna “Helebê rizgar bikin” û ” bombebarankirina bitewşî li ser Helebê rawestînin ” û “bêdengiya civaka navdewletî xelkê Helebê dikuje” hatibûn nivîsandin û bilindkirin.
Yekser piştî xwepêşabdanê û di daxuyaniyeke rojnamevanî de, xwepêşanderan “kuştina bi hezaran ji sivîlên Sûriyê yên bi sedema êrîşên firokên Rêjîmê û Rûsiya” şermezar kirina, û daxwaza rawestandina kuştina bitewşî li tevahiya welêt kirin.
Xwepêşanderan bal kişandin ku “gelek jin û zarok di van êrîşên dawiyê de hatine kuştin yên li ser bajarê Helebê”, û daxwaza destêwerdana bilez ji Yekîtiya Ewropî kirin ji bo rawestandina golên xwînê li Sûriyê, û herwiha bang li raya cîhanê kirin ji bo” piştgirîkirina hemû bizavên dibin ji bo bidawîkirina cenga li vî welatî “.
Ku taxên rojhilatê Helebê yên di destê çekdarên opozisyonê de, ev bêhtir ji heyvekê ye hatine dorpêçkirin ji aliyê hêzên Esed û milîsan ve, bi piştgiriya firokên Rûsiya, hevdem ligel kêmiya keresteyên xwarinê û pêdewastiyên saxlemiyê, ku jiyana nêzîkî 300 hezar kesî têde ketiye di metirsiyê de.
Jêder: Hevbendî + Wekala