Duhî roja yekşemê xwepêşandanek li dijî êrîşên Rûsiya li ser Sûriyê li bajarê Stembolê bi rêve çû, ku xwepêşanderan êrîşên Rûsiya şermezar kirin, nemaze yên di van rojên dawiyê de li ser navçeyên Laziqiyê û bakurê Helebê, ku bûne sedema koçbarkirina bi hezaran xelkê sivîl ber bi sînorê Tirkiyê ve.
Xwepêşandan li pêş xwendingeha taxa Gelta Serayî destpê kir li navçeya “Bey oglo” li bajarê Stembolê bi beşdariya endamên komeleya “Tirkên Sûriyê bo xwendin û hevkariyê” , û beşdariya Partiya Tevgera Niştimanî ya Tirkumanî ya Sûriyê, Xwepêşenderan bi dirûşimên daxwaza rawestandina êrîşên Rûsiya û bidawîkirina kuştina sivîlan li wan navçeyan birê ket.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bal kişandibû ku “Rûsiya stratîjîka terora dewletê pêrew dike di qazinca desthilata zordest de, ku hîç guhertinek nayê çaverêkirin di aliyê wê de, lewra berdewmiya kuştinê dimîne li ser biryara aliyên din yên civaka navdewletî, ku helawîstina piroseya siyasî dişopîne ya ku zehmet destpê bike di bin siha van tawanên rojane de”.
Hevbendiyê tekez kiribû ku siyaseta qada şewitî wê nebe fişar li ser destberdariya xelkê Sûriyê, lê berovajî wê bibe fakterek mezintir ku berdewam be di şoreşa xwe de heta pêkanîna armancên şoreşê, herwiha ku ev siyaset wê bibe sedema zêdebûna aloziyê û belavbûna terorê ya ku Mosko gur dike bi armanckirina sivîlan û piştguhxistina lêdana DAÎŞê.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza lidarxistina civînek awarte ji encûmena ewlekariyê kiribû ji bona şermezarkirina dijminkariya Rûsiya û ji bona standina pêgav û rêşûnên pêwîst bo rawestandina tawanên berdewam yên li dijî xelkê Sûriyê, ligor biryara 2254 ya encûmena ewlekariya navdewletî û bi taybetî bicihkirina herdu birgên wê 12 û 13 ku rêxweş bike ji bona veguhestina siyasî ya ku biryar li ser hatiye dan di daxuyaniya Jinêv 1 de.
Jêder: Hevbendî + Anadil