Emîndarê giştî yê Yekîtiya cîhanî ya zanyarên misilman, Şêx Elî Qeredaxî, êrîşên hovane yên hêzên rêjîmê li ser parêzgeha Dera pirotesto kirin, ji ber ew tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovîniyê ne, û her cûreyên çekan bikar tînin, bê ko sivîlan cuda bikin.
Qeredaxî di daxuyaniya xwe de got ku giring e biryara pirogramekî piraktîk bête dan, bi dabînkirina civaka navdewletî, da çareseriyeke siyasî ji kêşeya miletê Sûriyê re bê dîtin, di heman çaxî de destnîşan kir ko giring e dewletên dabînker rêza aramiyê bigirin û sozên xwe bicih bînin.
Qeredaxî got: ‘’ Yekîtiya Cîhanî ya Zanyarên Misilman rewşa Sûriyê bi giştî ji nêz ve dişopîne, û bi taybetî ya başûrê wê, ya ji encama êrîşên rêjîmê û hevkarên wê, ku çawa sivîlên Sûriyê dikujin û avahiyan wêran dikin û bi dehhezarên sivîlan koçber kirine. ‘’
Emîndarê giştî bang li hemû rêkxistinên mirovî û yên xêrxwaz kir, tako bi erkên xwe rabin û alîkariya koçberan ên ko hejmara wan gihaye 150hezar kesî bikin, û digel Urdinê alîkar bin ji bo wan bicih bikin.
Daxuyaniya emîndarê giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanyarên Misilman daxwaz ji Netewên Yekgirtî û dewletên misilman û yên Ereb kir, ko vî şerî rawestînin û çareseriyekê bibînin ko rûmet û mafê miletê Sûrî bicî bikin, di rêya pirogramekî piraktîkî yê hemû alî garantiya wî bikin re.
Berdevkê desteya Sûrî ya danûstandinan Dr. Yihya Elerîdî, roja şemiyê, doz li civaka navdewletî kir tako van binpêkirinên hovane li herêmên kêmkirina şerî li başûrê Sûriyê pirotesto bikin.
El’erîdî ji civaka navdewletî daxawaz kir ko giring e bi hemû karînan kar bikin, ji bo vê zêdegaviya li ser miletê Sûrî rawestînin, destnîşan kir ko Rûsya û Îran aşkere peymanên ko vê dawiyê li ser imze kirine binpê dikin.
Hêzên Esed bi hevkariya milîtanên Êranî û Rûsya, operasiyoneke leşkerî ji 20 heyva borî de li ser gundewarê Dera yê rojhelat û yê Siwêda yê rojava, bi bombebarana asmanî û topbarandin û mûşekan pêk tînin, di encamê de bi dehan sivîl kuştine û birîndar kirine, jtevlî jin û zarokan, û wêraniyên mezin encam dane , û li gora serjimarên pêşî bi dehhezaran xelk derbider bûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî