Wezîrên derve yên Dewletên Yekîtiya Ewropî ”destpêkirina operasiyona siyasî li Sûriyê” îro duşembê li Biroksilê paytexta Belcîka di civîna xwe ya yekem de li jêr serpereştiya Malta ji Encûmena Yekîtiyê re gotûbêj kirin. ji bo rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê, di dema ku rêjîm û hevalbendên wê di astegkirina hemî bizavên navdewletî de, di riya binpêkirina agirbestê re berdewam in.
Yekîtiya Ewropî dê rewşa bobelat ya Sûriyê û bizava vejandina danûstandinên siyasî gotûbêj bike, bi taybetî bizava şandyarê taybet yê Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Dî Mistora, piştî ko Encûmena Ewlekariyê roja 31 çileyê pêşî yê derbasbûyî biryara piştgiriya bizava Tirkiyê û Rûsya da, ji bo bidawîkirina tundiyê li Sûriyê û nû-vejandina operasiyona siyasî li welat.
Her weha dê rola Yekîtiya Ewropî di piştgiriya agirbesta tevayî de û veguhastina siyasî ya dirist li Sûriyê li jêr çavdêriya Netewên Yekbûyî û dabînkirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo hemû derverên welat gotûbêj bikin.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, daxwaza tevgereke navdewletî kir ji bo agirbest cîbicî bibe, û pabendî bi biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 bibe. Û dibîne ko bizavên bûyî ji bo hevdîtina Estana divê ji cîbicîkirina tekûz ya biryarên Encûmena Ewlekariyêyên taybet bi Sûriyê destpê bikin, û pabendiyê bi dabînkirina zemîneke guncaw bikin ji bo serkeftina danûstandinan, bi rawestandina karên dijminkarî û rakirina dopêçê û derbaskirina alîkariyan û berdana girtiyan û diyarkirina çarenivîsa kesên windayî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans