Toreya Sûriyê ya mafê mirovan raporta xwe ya şeşan ya derbarê binpêkirinên peymana agirbestê li Sûriyê derxist, ew binpêkirinên ji hêla hêzên Esed û milîtanên Îranî yên mezhebperest ên di dema 2 hefteyan de çêbûne belgeh kirine. Toreyê destnîşan kir ko ji 30 çileyê pêşî 38 kes piraniya wan bi destê hêzên Esed ji nav wan jî 6 jin û 11 zarok ku yek ji wan di hinavê diya xwe de bû şehîd ketine.
Raportê 318 binpêkirin tomar kirine, 298 di operasiyonên şer de û 20 di rêya operasiyonên girtinê re, 277 bi destê hêzên Esed ku piraniya wan li parêzgeha Hemayê bûn ya hejmara binpêkirinan li wir 105 bûn, di pey re Helebê 46 û di pey re li Idlib 40 binpêkirin, ji gava peyman cîbicî bûye.
Her weha raportê 32 binpêkirin li Gundewarê Şamê, 30 li Humsê, 19 li Dera û 3 li Şamê û yek li Hesekê û Dêra zorê nivîsandine. Her weha 34 binpêkirin bi destê hêzên Rûsya ji wan jî 13 li Helebê û 3 li Hemayê û 18 li Idlibê bûne.
Raporta Toreyê tekez kir piraniya binpêkirinên belgehkirî heta nuha ji rêjîma Esed û hevalbendê wê Îranê û milîtanên wê derketine, û dibîne ko Îran û Rêjîm yên herî ziyandarin di çi peymana siyasî de.
Raportê binpêkirinên kuştin û girtinên ji hêla aliyê ko bi peymanê pabend in li herêmên di bin kontrola şoreşgeran de belge kirine, lê yên di bin kontrola Daişê de neketine hejmarê de.
Her weha raportê amaje kir ko Alayên şoreşger yên bi peymanê pabendî kirine, roja duşembê 02.01.2017an daxuyaniyek derxistine tê de rawestandina şêwirên derbarê agirbestê ji bo binpêkirinên hêzên Esed û milîtanên Îranî ragihandine.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê berdewamkirina rêjîma Esed û milîtanên tirorist yên bi ser ve di binpêkirina agirbestê û pêkanîna tawanên cengê û guhnedana biryarên navdewletî pirotesto kir, û bizava dewletan bo agirbestê û bi taybetî li Wadî Bereda û ji Encûmena Ewlekariyê û aliyên dabînker, û daxwaz kir ko yên binpêkirinan dikin yekser pirotesto û siza bibin.
Raportê daxwaz ji rêjîma Rûsî kir ji ber ko ew dabînkerekî serekî ye, ko fişarê bide serb rêjîma Esed û Îranê ji bo bi bendên peymanê pabend bin, û eger ne wisa be dê çarenivîsa wê tekez têk biçe, û got ku giring e hêzên Rûsî bi peymanê pabend bin û nema sivîlan bombebaran bikin, ji ber ko dubarekirina binpêkirina peymanê ji aliyê hêzên Rûsya ya ko qaşo gerek peymana agirbestê biparêze, baweriyê bi çavdêriya Rûsya ya paşerojê têk dibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans