Îro berêz Rahêl rêveberê rêxistina Spark li Herêma kurdistanê û berêz Filîp nûnerê rêxistinê li Holenda serdana baregeha nûnertiya ENKSê kirin ji bo amadekirina pirojeyekî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bo xwendekarên kurd yên zanîngehan li navçeyên kurdnişîn li Sûriyê, wek heman pirojeyê rêxistin li Herêma Kurdistanê ji du salan ve pê rabûye, dema alîkariya darayî ji hejmarek ji xwendekarên kurdên Sûriyê yên li zanîngehên Herêmê dixwînin pêşkêş kirin.
Berêz Rahêl ji aliyê xwe ve tekez kir ku pêwîstiya wan heye bi zanîna serjimêriyek rast der barê hejmara xwendekarên kurdên Sûriyê yên li navçeyên kurdî hene, yên ku qonaxa paşnavindî bi dawî anîne û niha gihane qonaxa berdewamkirina xwendina xwe li zanîngehê. û herwiha hejmara xwendekarên zanîngehan yên niha dixwînin tevî baredox û rewşa zehmet, û zanîna hejmara xwendekarên ku neçar bûne bi salan dûrî xwendina xwe bikevin, û hejmara zanîngeh û beşên niha peyda dibin li navçeyên kurdan, û rêxistinê daxwaz ji nûnertiya Herêmê kir ji bo alîkariya wan bo zanîna hemû baredox û astengiyên dikevin li pêş xwendina zanîngehê, û çi rê hene ku alîkariya wan pê bibe.
Ji aliyê xwe ve, berêz Xalid Elî serokê nûnertiya ENKSê li Herêmê, rewşa Sûriyê bi giştî û bombebarankirina bajarên Sûriyê bi awayekî berdewam ji aliyê Rijêmê şirove kir, ku ev yek bû sedema daxistin û wêrankirina piraniya zankoyan li welêt, û bû sedema ku bi hezaran xwendekar zankoyan bicih bihêlin û xwendina xwe berdewam nekin, û herwiha tekez kir ku zanîngehên fermî li sercem navçeyên kurdan peyda nabin ji bilî zankoya Firat li Hesekê ku ewjî beşek ji zankoya Firat ya Dêrazorê ye, ya ku gelek caran hatiye girtin ji ber şer û pevçûnên bi pîlan di navbera Rijêmê û çekdarên PYDê de, û paşî li vê dawiyê hin beşên destnîşankirî bitenê hatin vekirin.
Û berêz Xalid Elî tekezî kir li ser amadebûna ENKSê ji pêşkêşkirina hemû şiyanên xwe re ji bo alîkariya rêxistina Spark ji bo alîkariya pirojeyê navhatî, û tekez kir ku wê têkilî û pêwendiyan bike ligel kesên pispor û şareza di vê biwarê de li hindurê welat, ji bo destnîşankirina serjimêriyeke wird ji xwendekaran û beşên wan re û her pêzaniyekî pêwîst li ser wan.
Hêjayê gotinê ye ku rêxistina Spark rêxistinek Holendî ya navdewletî ye, û guh dide karubarên xwendekaran , û sala bûrî xwe da ber alîkariya 263 keç û xortan ji xwendekarên Kurd ên sûrî li zanîngehên Herêma Kurdistanê. û Îsal jî xwe da ber alîkariya nêzîkî 300 xwendekarî li zankoyên Herêmê yên fermî û yên taybet, û xerciya wan li xwe girt heta bidawîkirina xwendina zanîngehê.
Jêder: Beşê Kursî Di Nivîsgeha Hevbendiyê De