Nûnertiya ENKSê li Ewropa şaxê NRW li roja 15ê çiriya paşiyê 2017an, bi amadebûna berêz Rêzan şêxmûs serokê nûnertiyê û Ekrem Resûl serokê şaxê NRW û Nûrî Elî endamê nivîsîngeha rêxistinî ya şaxê NRW, yekemîn xwecihiya ENKSê li bajarê Osinabirokê ji nûnerên partiyên encûmenê û hejmarek kesayetiyên niştimanperwer yên serbixwe damezrand, û têde berpirsyarek xwecihiyê hat helbijartin, bi armanca têkiliyan bike ligel revenda kurdî û rêxistina wê û beşdarîkirina revenda kurdî di biryar û helwestên siyasî de yên ji aliyê ENKSê derdikevin.
Û ev xwecihî bi awayekî demkî û ji bo heyamê sê heyvan hatiye dirustkirin, heta ku amadekariyan bike ji bo civîna bê ya ji revenda kurdî re li bajêr bi amadebûna piraniya kurdên bajêr.
Hêjayê gotinê ye ku nûneriya ENKSê bo xwe pilanek dirust kiriye bo rojên bê, ji bo berdewam be li ser damezrandina xwecihiyên encûmenê li bajarên din yên Ewropa.
Jêder: Beşê Kurdî Di Nivçîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê