Nûnera Yekîtiya Oropî ya Karûbarên Derve Û Ewlekariyê, Fîdrîka Mogîrnî, tekez kir ku Yekîtiya Oropî rola Esed yê ku gelê Sûriyê dikuje napejirîne, û Yekîtiya Oropî giringiyê dide prosesa veguhestina desthilatê, bêyî Dewlet biherife.
Û Mogrînî di axaftineke xwe de ji radyoya”France Enter” re, doh sêşembê, wek bersivê der barê asoyên sibroja siyasî ya Beşar Esed got: “cihê pirsa derbarê pejirandina rola diktatorekî ku gelê xwe dikuje tune ye”.
Û Mogrînî weha jî got:”arîşe ne tenê di çarenûsa diktatorekî de ye”, ” pirs ew e çawa wê veguhestina siyasî destpê bibe, çawa emê hewl bidin rêveberiya welat û destûrê û rêjîma desthilat biguherin, di heman dema ku em Dewletê saxlem bihêlin, ji ber ku metirsî heye ku Dewlet biherife”.
Û Hevrêzkarê Karûbarên Hewarçûna Awarte Di Netewên Yekbûyî de Stîvan Obrayn rewşa Dareya, ya ku hêzên Esed wê dorpêç dikin û xwarin û derman lê pir kêm bûne, salix da û got:”pir kambax e”.
Ev daxuyaniyên wî doh roja sêşembê hatin dan, di kongirekî rojnamevanî de li Cinêvê, piştî hefteyekê ji karekî nirxandinê yê ku netewên Yekbûyî pê rabibû.
Û Olbrayn got ku rêjîma Esed bersiva daxwaz-nameyên “nayêne hejmar”, yên der barê rêdanê ji bo gihandina alîkariyên hewarçûnê ji bo bajarokê ku 8 hezar niştecî lê hene nedaye.
Û weha jî got:”emê fişaran li ser rêjîmê berdewam bikin ji bo em biguhêjin Dareya bi şêweyekî hêmin û bê astengî”.
Jêder: Ajans