Rêkxistina (Yûnnisêf) ya bi ser Netewên Yekbûyî ve ya guhdanê bi karûbarê zarokan dike, anî ziman ko sala 2016an bi kêmanî 652 zarok li Sûriyê hatine kuştin, bi vê yekê û li gora vekolîna rêkxistinê di sê salên cenga rêjîmê dijî miletê Sûrî, binpêkirinên li dijî zarokan bilndtirîn ast tomar kiriye.
Rêkxistinê di rapoerta xwe de îro li Cinêvê, di bîranîna têketina Şoreşa Sûrî di sala xwe ya heftan, diyar kiriye ko alava kuştinê ya kor, a ko rêjîma Beşar û milîtanên wî cudahî têde nekiriye di nav cihên ko zarok lê hatine kuştin, çi dibistan an lîstgeh an baxçe û an malên zarokan bin.
Rêkxistinê di raporta xwe de destnîşan kir ku zarok ne tenê bi bombe û guleyan têne kuştin, lê belê ji nekarîna gihandina wan zarokan bo doktoran jî, her weha nebûna xizmetên bingehîn piştî ko rêjîmê jêrxana welat wêran kiriye.
Û rêkxistinê anî ziman ko hajmara zarokên hatine şandin bo meydanên şer li Sûriyê giha bêtir ji 850 zarokî, ko du qat e li sala 2015an.
Ji aliyê xwe ve birêveberê Yûnîsêf li rojhilata navîn û bakurê Efrîka, Xîret Kabalarî, yê ko nuha seredana Sûriyê dike, tekez kir ku “zarok kesên herî bêtir bandor li wan bûye, û hejmara wan li dora sê milyonan e, ji nav wan 2200 zarok di bin dopêçeke tund de dijîn û alîkariyên mirovî yekcar nagihên wan.”
Raportê bêtir got ku şewatgeha ko rêjîmê amade kiriye û dema wê dirêj bû, hişt ko li Sûriyê bêtir zarok di temenê piçûk de têkevin kar, di heman çaxê ko navendên tendiristiyê ber bi wêraniyê ve diçin, û çendîn ji wan zarokan bi sedema belavbûna nexweşiyan mirine û derdên zarokan li Sûriyê bêtir bûne. Û got ku sala derbasbûyî tawanên kuştin û birîndarbûn û leşkerkirina zarokan bêtir bû.
Li gora raportê şeş milyon zarok li Sûriyê li ser alîkariyên mirovî dijîn, û çarîkek milyon li herêmên dorpêçkirî ne, û ew jî ji alîkariyan bêpar in, û gelek li herêmên ko ew nikarin bigihên wan dijîn, û bi milyonan zarok li hindirê Sûriyê derbider bûne, û bêtir ji du milyon zarokî di sînoran re reviyane dewletên din.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans