Li bajarê Hêrinê li Elmaniya, roja yekşemê 12 adara 2017an, bi helkefta 13emîn salvegara Serhildana gelê Kurd li Sûriyê, Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî – xwecihiya NRW, bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistan -Îraq (PDK) komîta xwecihiya Disldorf , Roja Şehîdan û salvegera jidayîkbûna rêberê kurd nemir Mistefa Berzanî vejîn kirin. bi amadebûna bi sedan ji revenda kurdî li wîleyeta NRW û hejmarek ji serkirdayên nûnertiya ENKSê û partiyên ENKSê û komîta xwecihî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û çend hunermendên kurd,
Û ev gotin têde hatin pêşkêşkirin:
– Gotara komîta xwecihî ya Disldorf ya Partiya Demokrata Kurdistan ji aliyê Seydayê Se’dulah Berwarî berpirsê PDK hat pêşkêşkirin.
– Gotara Nûnertiya Ewropa ya ENKSê ji aliyê serokê wê Rêzan Şêxmûs hat pêşkêşkirin.
– Gotara binemalên şehîdan ji aliyê Ebdulhemîd Xiznewî hat pêşkêşkirin.
– Gotara PDK-Sê ji aliyê berêz Ebdulbasit Hemo endamê pîlobîroya wê ya siyasî hat pêşkêşkirin.
– Seyda Fewzî Es’ed cîgirê berpirsê leqê şeş ya PDK peyvek li ser dîrok û serbora xebata rêberê kurd nemir Mistefa Berzanî pêşkêş kir.
– Seyda Wehîd Bakozî berpirsê leqê Şingalê yê PDK behsa bûyerên dawiyê yên li Şingalê ji aliyê çekdarên PKKê bûn pêşkêş kir.
Herwiha çendîn sirûd û helbest û stranên netewî ji aliyê hunermend Luqman Cemîl û hunermend Canyar kobanî bi pişkdariya Koma Narîn Ya Filklorê Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê