Rêkxistina Netewên Yekbûyî ya Zarokan (Yunîsêf) doh di daxuyaniyekê de doz li dewletên cîhanê kir da bi kêmanî 903 milyon dolar dabîn bikin ji bo karibin alîkariya bimilyonên zarokên Sûrî yên ko bi şer daxbar bûne bikin. Û da xuyakirin ko “plana wan ya sala 2015an ew e” zêdekirina hejmara zarokên ko dikarin bigihên ava paqij û rajeyên keharîzan, û zêdekirina hejmara yên ko dikarin perwerde bibin bi taybetî li Sûriyê û Urdinê, û zêdekirina karînên dabînkirina heyberên fêrkirina zarokên li herêmên karîna gihiştina wan aloze, bi sedema rewşa Sûriyê ya tevlihev bûye.”
Yunîsêf bêtir da xuyakirin ku” ew dê berdewam bin di helmetên derzîdanê de da nexweşî li nav wan de wek nexweşiya pûçbûna zarokan dernekevin, û zêdekirina hejmara zarokên ko ji şêwir û şîretên guhdana tenduristî li Sûriyê sûdeyê werbigirin.”
Yunîsêf di daxuyaniya xwe de destnîşan kir “ew bizavê dikin da guhdan û alîkariyê bigihînin 850 hezar zarokî.” Û tekez kir tiştê ko li Sûriyê dibe “gefek mezin e li zarokan di dema nuha de”, hem hişyarî da”di dawiya sala 2015an de dê jiyana 8.6 milyon zarok bête alozkirin bi sedema tundrewî û koçkirina kotekî, eger bidin ber 7 milyon zarok berî mehekê.”
Jêder : Hevbendî + Ajans