Komîta Ewlekariyê û têkbirina Tiroristiyê di Encûmena Niştimanî ya liberxwedana Îranî diyar kir ko Rêjîma Îranî dora 5000 Endamên nû ji milîtanên Pasvanên Şoreşger yên Îranî ber bi Sûriyê ve guhastin da li rex Rêjîma Esed û Çeteyên Hizbulla tirorist û Milîtanên mezhebperest şer bikin.
Komîtê destnîşan kir ko Ziyanin pir gihane Milîtanên Pasvanên Şoreşger yên Îranî û Endamên Rêjîmê, hem jî diyar kir ko 16 Efserên Pasvanan li Sûriyê di şerê li dijî Artêşa azad hatine kuştin.
Komîtê destnîşan kir ko Rêjîma Melan û pêmayên Hêzên Esed xwe dane talda sîwana Rûsya da rev û têkçûnên xwe yên peyapey li Sûriyê binixumînin. Bi taybetî ji Sibata buhirî de zêdertir bûne. Tev ko ev du meh êrîşên Rûsya berdewam in û bi hezaran Sivîl kuştine, lê Rêjîmê çi serkeftin misoger nekiriye, berevajî evê yekê, ji gelek Herêman vekişiyaye û têk çûye.
Komîtê bal kêşand ser Endamên Milîtanên Pasvanên Şoreşger ko li Helebê, Gundewarê Laziqiyê, Der’a û Idlib belavbûyî ne, û armanca wan ew e ku nehêlin Artêşa azad nêzîkî Laziqiyê bibe. Hatina wan ya Herêmên Şamê jî da nehêlin Rêjîm bikeve. Hem diyar kir ko Milîtanên wan li Herêmên dijî Daiş şer bikin nîn in.
Jêder: Hevbendî