Rêkxistina “Humen Rights Watch” ji rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsya û milîtanên QSD daxwaz kir ko rêbuhûrkên hêmin ji sivîlên li Hiwêcet Kati’h ya Dêrza Zorê asê mane dabîn bikin.
Ku bisedan sivîl ji nav wan zarok û jin ji bajarê Dêra Zorê ber bi Hiwêcet Kati’h de reviyabûn, piştî ko hêzên rêjîmê û endamên Pasvanên Şoreşger û Hizbulaha tirorist derbasî bajêr bibûn.
Hiwêcet Kati’h dikeve beşê rojhilat ji bajêr, ew giraveke li nav çemê Feratê, û ev dihêle ko sivîl di navbera hêzên rêjîmê û hêzên QSD yên ji hêla hevpeymana navdewletî piştgirtî ne dorpêkirî bin.
Nedîm Hewrî birêveberê beşê tiroristî û têkbirina tiroristiyê yê rêkxistina “Humen Rights Watch” got: ‘’ gerek hemû aliyên pevçûnên li dijî Daiş zanibin ko parastina sivîlan ji pêşindeyên wan in, û divê rêbuhêrkên hêmin ji sivîlên dorpêçkirî re ji pêşindeyên wan yên sereke bin.‘’
Hewrî got: ‘’giring e rêz li pêrabûnên yasayî yên gerek cîbicî bibin bê girtin, û sizayên tevayî dijî kesên ko di bin kontrola Daiş de ne pêk neyên‘’
Hêzên rêjîmê ew herêmên ko ev çend roj in sivîlan xwe lê girtine, bombebaran dikin, çalakvanan danûstandin bi dorpêçkeriyan re kirin, û dîtin ku ji encama bombebaranê hejmarek sivîl hatine kuştin.
Çalakvanan kampaniyeke ragihandinî ji bo rizgarkirina sivîlên dorpêçkirî dest pê kirine, li jêr navê ‘’100 mitir banga dawî ‘’ bi wateya dûrbûna dorpêçkeriyan ji herêmên li jêr kontrola hêzên QSD.
Kesên dorpêçkirî red dikin ko xwe radestî hêzên rêjîmê bikin ji tirsa kuştina meydanî, çimkî hêzên rêjîmê çend sivîl darvekiribûn, li derdora bajarê Meyadîn di têwerdana heftiya borî de.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî