Serokê hikûmeta Sûrî ya demikî, D.Cewad Ebû Heteb, doh çarşembê, serdaneke meydanî ji kolîja bijîşkî û nexweşxaneya jinan re li Mari`h a gundewarê helebê yê bakur re çêkir.
Û Ebû Heteb ji xwendekaran re behsa giringiya zanistiyê kir, û diyar kir ku zanistî stûna avakirina dewletê û pêşketina wê ye.
Û Ebû Heteb amadebûna hikûmeta demikî da xuyakirin ji bo pêşkêşkirina tevaya karînên berdest ji bo berdewamkirina pirosesa hînkirinê li kolîja bijîşkî ya Mari`h, û ewê bizavê bikin ji bo geşepêdan û pêşxistina wê.
Û serokê Hikûmeta demikî di serdana xwe de civînek bi kadroyên dersdanê yên kolîjê re pêk anî, û astengiyên dikevin riya wan de û çawaniya çareserkirina wan gengeşe kirin, û soz da xwendevanan ku ewê bi rengek lezgîn û nêzîk kêşeyên wan çareser bikin.
Her weha serokê hikûmeta Sûrî ya demikî serdana nexweşxaneya Izaz ya niştimanî û ya nexweşiyên jinan û zarokan kir, û ji nêz ve xizmetguzariyên ku tên pêşkêşkirin şopandin, û tekezî li ser guhdana bi nexweşan kir.
Û ev serdan yek ji zincîreke serdanên serokê hikûmetê bû li deverên rizgarkirî ji bo şopandina pêvajoya kar li dezgehên hikûmetê yên xizmetguzarî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya hevbendiya Niştimanî ya Sûrî