Duhî roja pêncşemê, wezîrê rêvebirina xwecihî yê hikûmeta demkî Mihemed Sirûr Elmizîb ligel alîkarê wezîrê darayî û alîkarê wezîrê saxlemiyê serdana parêzgeha Der’a kir, ji bo şopandina karê dezgehên xizmetgozariyê ji nêzîk ve.
Di serdana xwe de, karbidestên hikûmeta demkî serdana encûmena xwecihî ya bajarê Tefes û saziya giştî ya dexludan, û kolîja çandinê ya ser bi zanîngeha Helebê û nexweşxaneya Tefes û xwendingeha zarokên şehîdan ya azad li navçeya navîn û encumena xwecihiya bajarê Da’il kirin.
Wezîrê kargeriya xwecihî Mihemed Sirûr Elmizîb diyar kir ku serdan hat bi armanca giringiya nirxandina rêveçûna karên dezgehên xizmetgozariyê û şopandina asta kar û pabendiya bi erkên xwe ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo xelkê sivîl wek karê herî pêşinde.
Elmizîb destxweşî li bizavên fermanbarên sercem dezgehên serdankirî kir û herwiha ew han dan li ser mizaxtina bizavên zêdetir ji bo bilindkirina astê dezgehên xizmetgozariyê, û hêviya serkeftinê ji karê wan re kir.
Herwiha duhî û di çarçovê pêşxistin û başkirina karê dezgehên pizîşkî de, serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb li nûnertiya hikûmetê li bajarê Xazî Entabê ligel rêxistina pizîşkên bêsînor ya Firensî civiya, bi armanca hemahengiyê ligel hikûmeta demkî derbarê pirojeyên pizîşkî li bakurê Sûriyê.
Tê zanîn ku hikûmeta demikî giringiyek mezin dide kertê saxlemiyê, bi armanca pêşkêşkirina xizmetgozariyên tendirustî bo xelkê sivîl, hevdem ligel baredoxên zehmet yên xelkê li navçeyên rizgarkirî ji ber bombebarankirina firokên Rûsiya û Rijêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî