Wezareta Perwerde û fêrkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, ji bo kesên ji xwendevanên Sûrî dixwazin li ser bexşîna serkirdayetiya Elmanî di zankoyên Elmanî de bo xwendinên zankoyî ya bilind (Macistêr- Dektora) tomar bikin ragihand ku dema dawî ji bo radestkirina daxwaznameyan 15 meha çileyê pêşî ye.
Navenda Elmanî a ragihandinê ji wezareta derve ya Elmanî ragihand ku bernameya ” Serkirdeyin bo Sûryayê” 100 derfetên xwendinê pêşkêşî xwendevanên Sûrî bo xwendina li Elmanya dike. Bo vê armancê hikûmeta Elmanî 8,7 Melyon Yoro terxan kiriye. Ev bexşîn hemû beşên xwendinê dide ber xwe ji bilî van kolêjan: Nojdariya ademîzad û vêterînerî, nojdariya diranan, mafnasî, hunerî , û avahî. Derçûyên Sûrî yên xwedî karîn ku bawernameya Bekaloryos yan Macistêr wergirtine sûdê jê werdigirin, ji bo yekirina karên wan bo vegera avakirina Sûr piştî bidawîbûna şerê rejêma Esed li ser milletê Sûrî.
herweha wezaretê ji xwendevanên ku dixwazin xwe tomar bikin xwest, têkiliyan bi Rêvebiriya Şande Û Têkiliyên Zankoyî re di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de bikin, bo zanyarîne bêtir di riya malpera wezaretê li ser Nêt bidest bêxin.
Jêder: Hevbendî – Hikûmeta Demkî