Hejmara Penaberên Sûrî yên bûn qurbaniyên berfbarîna li Herêma Rojhilatî Deryaya Spî giha 11 kesan, û hişyarî têne dan ku di hundirê Kampên bisedhezaran Penaber li wan hene, rewşa jiyanê pir xerab bûye.
Ji nav qurbaniyan sê Zarokên malbatekê hene, bi sedema ku dehên Çadiran bi ser Penaberan de ketin li Herêma Helîma li ser Sînorê Sûriyê nêzîk bajarokê Irsala Libnanî, herweha Jêderine Bijîşkî li Bajarê Helebê ragihandin ko Du Kalemêran ji ber sermayê jiyana xwe jidest dan.
Kampa Penaberên Sûrî li Irsalê ji Cîhanê hatiye veqtandin, Berf nêzîk 100hezar Penaber dorpêç dike, û di sermayeke pir dijwar de dijîn ko ji du salan ve ji gava ko çûne Libnanê rewşa weha dijawar nedîtine. Û kêmbûneke pir di Xwarin, Derman û alavên germkirinê de heye.
Herweha Derbiderên Sûrî li Kampa Elnûr li Gundewarê Helebê rewşeke mirovî ya pir dijwar dijîn, piştî ko Ba û Baranê hindek Çadirên wan çirandin û hin li ber xwe birin, digel kêmbûneke pir di heyberên germkirinê de û nebaşiya rewşa Kampê ya ko piraniya Niştecihên wê Zarok û Jin in.
Kamp yek ji sê Kampaên li ser Sînorê Tirkiyê ye li dora 4 hezar Penaber tê de hene piraniya wan Zarok û Jin û Kalemêr in. û li ser Sînorê bi Colana dagîrkirî re nêzîk Til Feres rewşa hundirê Kampa Elemel gihiştiye asteke pir xerab û Derbideran doh roja Pêncşemê Şeveke pir zor bi tunebûna alavên germkirinê derbas kirin, û tiştê herî xerab ko Rê jî bi sedema Berfê hatin girtin.
Û li Kampa Ze’iterî li Urdinê ya ko 100hezar Penaberên Sûrî lê hene û hêj bêtir ji 4hezar Malbat ji wan di hundirê Çadiran de dijîn, Penaber dozê dikin ko wan biguhêzin ber bi Malên amadekirî da ji sermayê bên parastin. Û Penaber ji kêmbûna alavên germkirinê û birrîna kehrebê ji pareke mezin ji Kampê ji ber xurtbûna Bahozê ku gelek Çadir ji cihê wan rakirin zehmetiyê dikşînin.
Herweha doh Ehmed Tu’ima Serokê Desthilata Demkî bang li Dewletên Cîhanê kir ji bo giringiya ku lezê bikin di” hewarçûna Penaberên Sûriyê de da wan ji bahoza Berfê biparêzin ya ko heta nuha 10 Sûrî ji ber hatine kuştin, ketwariya Penaberan di kampan de bendewarî jê re zor e, û giring e bi lezgînî bête çareserkirin.”
Di kongirekî Rojnamevanî de digel Sûhêr Eletasî seroka Yekîneya Hevrêziya Pitşgiriyê ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ve ko Yekîne û Desthilat li gora rêdanên Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca Şaneyeke qeyranê pêk anîne ji bo beraberiya bobelatên mirovî bike, dibîne ko “Sûriya dewleteke bobelatlêbûyî ye ji encama bahoza Berfê”
Jêder: Eljezîre+Hevbendî