Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan di raporeke xwe de gotiye ku nekêmtir ji 14 komelkujiyan û 53 êrîşên hêzên rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsiya hatine pêkanîn, dijî deverin sivîl û yên jîndariyê li xûta , û 7 avahiyên pizîşkî di nav wan de hene , her ji 22 heyva tîrmeha 2017 û ta îro.
Û di raportê de hatiye ku 146 kes şehîd ketine, 37 zarok û 13 jin di nav wan de hene, her weha 4 ji endamên berevaniya sivîl û 2 kadroyên pizîşkî jî di nav wan de hebûn, û 6 komelkujiyên li ser destê hêzên rêjîmê û Rûsiya belge kirine, û bal kişand ku 3 sivîl di nav qurbaniyan de hene, yek ji wan zarokek e û yek jin e, ji ber dorpêçkirina hêzên rêjîma Esed li ser deverê sepandiye hatine kuştin.
Û di rapora toreyê de hatiye: tevlî ku rêkeftina kêmkirina şer ji 22 heyva tîrmeha 2017an de ketiye warê cîbecîkirinê de jî li xûta Rojhilat, lê hêzên rêjîmê û Rûsiya armanckirina sivîlan û deverên jîndariyê li bajêr berdewam kirin, û operasyonên kuştin û wêrankirinê ranewestandin di heman dema pêkanîna dorpêçkirinê û siyaseta birçîkirinê.
Û ji hêla xwe de, Mecid Dalatî, pizîşk û vekolînerê endamê toreya Sûrî ya mafê mirovan li Xûta Rojhilat got: “ev yekemîn car e ji berî heft salan de, ku bi vî rengê tund û pir û bi tevaya coreyên çekan tevlî yê goşî Xûta rojhilat tê armanckirin”.
Û her weha Dalatî got ku bombebaran bû egerê şehîdbûna 100 kesî ku piraniya wan zarok û jin in, û bi sedan birîndar bûne, û bi sedên malan wêran bûne, û tevlî weha jî, xelkên Xûta xweragirî û berxwedanek efsaneyî dikin.
Û li gor rapora toreyê, tevaya êrîşên di raporê de hatine belgekirin, li deverên sivîlan in, û ti senterên leşkerî an jî depoyên çekan ên alayên çekdar an jî rêxistinên tundrew ne di dema topbarankirinê de nejî berî wê tune ne.
Û raporê daxwaz ji encumana ewlekariyê kir ku karên zêdetir bike piştî derketina biryara 2254, ya ku bi zelalî gotiye divê êrîşên dijî deverên sivîlan û senterên pizîşkî û karkerên di warê pizîşkî de rawestin, her weha bikaranîna bêserûber ji çekan re û bombebarankirina topxaneyan û ya asîmanî rawestin.
Û raportê ji civaka navdewletî xwest ku divê li ser asta niştimanî û herêmî tev bigere, ji bo sazkirina hevpeymaniyan ji bo piştgiriya gelê Sûriyê, û sepandina piransîba parastinê ya (R2P), û fişar li encumena ewlekariyê bibe ji bo veguhestina faylê Sûriyê bo dadgeha tewankariyên nadewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî