Duhî roja çarşemê, 14 rêxistinên mafnasiyê daxwaza serbestberdana hemû girtiyên girtîgeha Himusê ya navendî bi awayekî yekser kirin, û herwiha daxwaza pêkanîna daxwazên wan yên girêdayî bi serederiya xirab û dirêjiya dema girtina “neheqî” kirin.
Tora Sûrî ya mafên mirov ligel 13 rêxistinên din yên mafnasiyê daxwaz kirin ku dest bête berdan ji raguhestina girtiyên girtîgeha Himus a navendî bo dadgehên meydanî û leşkerî wek ” dadgeha terorê”, û daxwaza rawestandina sercem fermanên bidarvekirinê kirin.
Tora navhatî diyar kir ku kêşeya girtîgeha Himus a navendî careke din hate pêş, piştî serdana Xaça Sor a navdewletî li 16’ê çiriya pêşî, ji bo ji nêzîk ve li ser rewşa saxlemiya girtiyan û ya xwarinê raweste.
Heman rêxistinên mafnas di daxuyaniyek hevbeş de tekezî li ser giringiya zêdekirina fişaran li ser hikûmeta Rûsiyayê kirin, ji bo qedexekirina girêdana kêşeyên girtiyan bi kêşeyên leşkerî yên li ser qadê ve.
Ev bizava hebeş ya rêxistinan piştî heftiyekê ji hewlên hêzên Esed yên derbasbûna bikotekî bo girtîgeha Humus a navendî bû, di heman dema ku girtî tev di girtîgehê de ketibûn rewşa amadebaşiyê piştî birîna av û xwarin û hêlên têkiliyan.
Hêjayî gotinê ye ku girtiyên girtîgeha Himus a navendî ragihandibûn ku ewê têkevin girava birçîbûnê de Ta bicihkirina daxwazên wan yên ji bo serbestberdanê û bidawîkirina kiryarên ku ji aliyê emîd Bilal Silêman Elsalih rêveberê girtîgehê dibin.
Rêxistinan daxwaz ji NY û Xaça Sor û aliyên navdewletî yên çavdêrên goftûgoyên “Astana” kirin ku giring e bighên gerantiyan ji bo parstina zindanan ji hewlên derbasbûna bi kotekî û pêkanîna kuştaran di derheqê girtiyan de, tevlî daxwazkirina guhdarkirina li daxwazên girtiyan û misogerkirina ewlehî û saxlemiya wan, bi rêka serdanên meydanî yên hawarhatinê ji bo dîtina rewşa saxlemiya zêdetir ji 25 girtiyên temen-mezin.
Û berê girtiyên zîndana Himus a navendî li nîsana borî ya 2017 an, daxwaza tomarkirina navên xwe di nav lîsteya pevguhertina girtiyên ligel rijêma Esed de kiribûn, ku nêzîkî 2000 girtî hene di zîndana Himusê de, û 500 girtî ji wan bi sedema şoreşa sûrî ya 2011 hatina girtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat