Rêjîma Esed û firokên Rûsiya di mawê çar rojan de ji rêkeftina rawestandina karên dijminkarî ve, 143 caran li çendîn parêzgehan binpêkirina vê rêkeftinê kirine, û Tora Sûrî ya mafê mirov 44 binpêkirin dîkoment kurine bi bûrîna sê rojan li ser rêkeftina agirbesta “Rawestandina karên dijminkarî” binpêkirinên ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiya, ku 27 ji wan bi rêka oparisyonên leşkerî hatin kirin û 17 bi rêka destesekirinan hatin encamdan ji aliyê hêzên Esed.
Li aliyek din Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî bi rêka raporta xwe ya rojane li ser binpêkirinên agirbestê duhî li roja sêşemê 44 binpêkirin tomar kirin, ku ew binpêkirin hatin encamdan li ser gundewarê Şamê û Der’a û Humis û Hema û Idlib û Laziqiyê û Helebê.
Ku bi sedema binpêkurinên rêjîma Esed û Rûrsiya 73 kes bi dirêjahiya hersê rojên bûrî şehîd ketin.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî carek din daxwaza serderiya encûmena ewlehiya navdewletî kir li hember van binpêkirinan, û dazanîn ku tevî binpêkirinan lê hêjî artêşa azad û tabûrên şoreşê pabend in bi agirbestê.
Her wiha Sikirtêrê desteya siyasî ya Hevbendiyê Enes Ele’bda da zanîn ku armanca rêjîma Esed û hevalbendên wê ji van binpêkirin belgekirî ew e ku her dergehekê çareseriya siyasî têk bişkînin, û got: ” nabe bihêlin rêjîma Esed destpêşxeriyên navdewletî û biryara 2254 ya encûmena ewlehiyê beravêtî bike piştî evqas bizavan, û ji erkê serpirştyarên agirbestê ye ku destêwerdanê bikin ji bona sepandina agirbestê û neçarkirina rêjîma Eesd bo bicihkirina biryarên navdewletî bi hemû birg û deqên wan biryaran”.
Jêder: Hevbendî