15 Sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn bi sedema Firokên cengê yên hêzên Rêjîmê yên du firne û çend malên sivîlan li Gundewarê Helebê îro roja înê piştî nîvro bi bombeyên goşî amanc kirin.
Firokên cengê yên hêzên Rêjîmê Firna Alî ya bajarokê Hirêtan bi bombeyên goşî û mûşekan di dema kombûna xelkê de ji bo kirîna Nan amanc kir. Di encamê de 10 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn û firne bi temamî wêran bû, her wiha firna bajarê Etarib bi firokên cengê hat bobebarankirin, û ziyan gihan alavên wê û agir bi depoyên sotemeniya wê ket
Çar şehîd jî ji malbatekê ketin û hinên din birîndar bûn ji encama bombebarna asmanî li ser mala wan li bajarokê Kefer Hemra. firokan taxên Elmeyser û rêya Elbab û Elcezmatî û Elhuluk û Elheyderiye û Mesakin Henano li bajarê Helebê bombebaran kirin. Her wiha firokên perwane bajarê Endan û bajarokên Gundewarê Başûr bi bermîlên teqîner amanc kirin û bi dehan xelk birîndar bûn.
Îro Berevaniya Sivîl li Gundewarê Helebê yê bakur, hişyarî da xelkê ko nêzîkî bombeyên goşî nebin, ewên ko firokên cengê yên hêzên rêjîmê ew ser herêmên sivîlan de berdane, û li benda tîmên Endezeyê bimînin ji bo wan kontrol bikin. Û doz li xelkê kir ko dakevin qatên jêr yên avahiyan û lihev kom nebin ji ber bombebaran heye.
Desteya zanistên oldarî îro ji bo Nimêja Înê ragihand ko ji ber bombebaranê bila xelkên Endan û Hirêtan û Kefer Hemra û herêmên din neçin Nimêja înê.
Jêder: Hevbendî