Hejmara bermîlên teqîner yên ku rejîma Esed bi ser sivîlan de di heyva Tebaxa bûrî de avêtin, gihişt 1591 bumbe-bermîlê, 115 kes bûn qurbanî, ji wan 37 zarok û 31 jin.
Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan di rapora xwe de îroj ragihand ku ” Hat diyarkirin ku berbiçavtirîn bikaranîna bumbe-bermîlan dijî sivîlan ji hêla hêzên Esed ve li bajarê Silqînê li parêzgeha Idlibê di roja Duşembê 1ê heyva Cotmehê 2012an de bû”
Toreyê tekez kir ku hemû qurbaniyên bermîlên teqîner ji sivîlan e, ” Rêjeya jin û zarokan di nav qurbaniyan de carinan di navbera 12% – 35% de bû “
Berdevkê fermî bi Navê Hevbendiya Niştimanî Salim El – Mislit daxwaza Hevbendiyê bo pêkanîna biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2139 bo qedexekirina bermîlên teqîner û çekên bitewşî li deverên ava, karê yekser û ceddî bo ferzkirina devereke aram ku hemû deverên li ber êrîşên bitewşî têkevin ber de, misogerkirina vekirina dorpêçê ji ser hemû deverên ku nandozên rjîma Esed û milişiyên Iranî wan dorpêç dikin, û herweha derbaskirina alîkariyên hawarçûnê ji bo welatiyan tekez kir.
Serokê Hevbeniya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce duh tekez kir ku mana Esed tê wateya bwerdewamiya tirorê, alavên saloxgeriya wî berhemdarê sereke ji tirorê re ne.
Xoce li ser pêwistiya avakirina devera aram li Bakur û Başûrê welat tekez kir, ji ber ewê gelek xelkê Sûrî ji bermîlên rejîma Esed ên teqîner û firokeyên wî ên tawankar biparêze, û wê awayê Rêveberiya Xweser bicî bîne, herweha,wisa şerê tiror û tundrewiyê bi awayekî mezintir dibe.
Xoce berdewam kir: Devera aram wateya pêkanîna hedan û aramiyê ye, bi pêkanîna devera aram wê penaber vegerin cihên xwe, û alîkariyên mirovî bi awayekî berfirehtir wê bighêjin destên wan.
Jêder: Hevbendî