Duhî 16 sivîl hatin şehîdkirin, 7 ji wan zarok in, û zêdetir ji 33 kesên din hatin birîndarkirin, di êrîşên firokên Rûsiya de li ser taxên Helebê û bajar û bajarokên gundewarê wê yê bakur.
Ji aliyê xwe ve, Îbrahîm Ebû Leys, endamê nivîsîngeha ragihandina navenda bergiriya sivîl, got ku bazarekî gelêrî li taxa riya Babê û gereka Elhilwaniyê ya nêzîkî bazargehê, ji aliyê firokên şer yên Rûsiya hat armanckirin, û got ku tîmên hawarhatina nojdarî û tîmên bergiriya sivîl birîndarên ku birînên wan giran in rakirin nexweşxaneyên meydanî.
Herwiha firokên Rûsiya êrîşî taxa Şêx Se’îd kirin û têde sê sivîl hatin birîndarkirin.
Li gundewarê bakur jî heryek ji bajarokên Hirêtan û Endan û Heyan û Mar’h û Mi’aret Elertîq rastî êrîşên firokên Rûsiya hatin, û têde sê sivîl li Hirêtan birîndar bûn, lê li navçeyên din ziyan bitenê madî bûn, hevdem digel bombebarankirina Hirêtan bi bermîl û betlên teqîner ji aliyê hilîkopterên rêjîmê ve.
Li gundewarê başûr, carek din bombeyên weşîdar ji aliyê firokên Rûsiya li dijî gundê Elbirqom hatin bikaranîn bê çêbûna ziyanan.
Li akiyek din, Yasir Elferhan, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, duhî di daxuyaniyekê de got ku tawanên rêjîma Esed û Rûsiya li dijî xelkê Sûriyê, rê li pêşiya piroseya siyasî digire û derfetên serxistina wê kêm dike.
Elferhan got ku bikaranîna bombeyên qedexekirî dide diyarkirin ku Rûsiya giringiyê dide oparesyonên leşkerî bi armanca sepandina çareseriyekê ligora Bişar Esed be.
Jêder: Hevbendî + Smrat