Toreya Sûriyê Ya Mafê Mirovan, kuştina 1271 sivîlan li Sûriyê di meha Cehzerana çûyî de di raporta ko doh derxistiye belgeh kirine. Bi wê jî hejmara qurbaniyên sivîl di nîvê sala 2016an gihaye 6567 sivîlî.
Toreyê diyar kir ko Hêzên Esed di nîvê sala nuha 2016an de 3471 sivîl kuştine, ji nav wan 590 zarok bi rêjeya (4 zarok) rojane û 422 Jin her wiha nekêmî 230 kes bi sedema êşkenceyê hatine kuştin. Rêjeya zarok û jinan 30% ji hejmara qurbaniyan e, û ev dide xuyakirin ko sivîl bi mebest ji hêla hêzên Esed ve amanc dibin.
Her wiha raportê kuştina 1378 sivîlî ji nav wan 310 zarok, û 179 jin, ji encama bombebarana Rûsî belgeh kirine. Û milîtanên PYD jî bûne sedema kuştina 78 sivîlî ji nav wan 10 zarok û 3 jin in, û 4 bi sedema êşkenceyê hatine kuştin.
Raportê kuştina 785 sivîlî bi destê Rêkxistinên tundrew ji wan jî 764 bi destê DAIŞ belgeh kirine, ji nav wan 103 zarok û 146 Jin û 7 bi sedema êşkenceyê hatine kuştin.
Raport li ser “Hêzên Esed û Hêzên dijminkarên Rûsî ko yasaya navdewletî binpê kirine axivî, her wiha bi dehan rewş hene ko tawankariyên cengê li wan bûne û pêzanîn destnîşan dikin li gora bi sedan gotinên dîdevanan ko 90% ji êrîşên berfireh û yên tekane li dijî sivîlan û cihên wan bikar hatine.”
Jêder: Hevbendî