Koma “kar ji bo Filestîniyên Sûriyê” , komek mafnasiya nefermî ye, belge kiriye ko 1600 penaberên Filestînî hene, ji destpêka şoreşa Sûriyê di 2011ê de bi kotekî li zindanên rêjîma Esed hatine wendakirin.
Di raporta ko komê doh duşembê derxistiye hatiye ko “hejmara kesên ko hatine veşartin ji wilo bi gelekî bêhtir e, ji ber ko çi serjimara fermî ji rêjîmê derneketiye,” ji ber ev kiryar bûne rêbazek ji vê rêjîmê re, ku ew çi zanyariyan li ser girtiyan nade.
Komê di raporta xwe de destnîşan kir ku çi hejmarek hûrbîn nîn e, ji ber ko hinek mirovên girtî û qurbaniyan nikarin rewşa girtiyên xwe bêjin, çimkî ji dezgehên ewlekariya Esed ditirsin ko wan jî bigirin.
Koma mafnasiyê daxwaz ji rêjîma Esed kir “ko yekser girtiyan berde, û rewşa bi sedan ji girtiyên Filestînî yên ko heta dîroka derçûna vê raportê çarenivîsa wan nediyar e eşkere bike.” Komê tiştê di girtîgehên rêjîmê de di derheqê Filestîniyan de dibe bi “tawankariya cengê bi hemû pîvanên wê” salix da.
Kom ya ko cihê wê li London e bi berdewamî binpêkirinên rojane yên ko penaberên Filestînî li Sûriyê dibînin dişopîne û belgeh dike, li gora malpera wê ya fermî li ser toreya Internetê û li gora texmînên Netewên Yekbûyî hêj 450hezar penaberên Filestînî hêj li Sûriyê dijîn û 95% pêdiviya wan bi alîkariya bijîşkî heye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans