166 Kes Ji Ber Dorpêçkirina Esed Ji Kampa Yermûk Re Ji Birçîna Mirin
Li gor raporek ji hêla rêxistina ” Hevalên Mirovan a Navdewletî ” ku wargeha wê li Viyêna ye, Ji ber birçîbûnê û kêmbûna xwarinê û guhdana nojdarî 166 kes li kampa Yermûkê ji destpêka dorpêçkirina wê ji heyva Tîrmeha 2013an de ta îro mirine.
Rêxistinê duh di raporekê de ku bi ” Boblatî” ji bo xelkên Filestînî û Sûrî ên di kampa Yermûkê de ji hêla hêzên Esed de dorpêçkirî ne binav kir û got:” Ji destpêka dorpêçkirina kampê ji roja 22/7/2013an de ta îro 166 kes bi sedema birçîbûna di nav xelkê de, û kêmbûna dijwar di bûjenên xwarinê û hemû pêdiviyên guhdana nojdarî de ji ber dorpêçkirina zordar ji hêla hêzên Esed ve mirine”.
Rêxistinê wisa berdewam kir: ” 2651 ji penaberên Filestînî ji destpêka şoreşê li Sûryayê (Avdara 2011an)bi bumbebaran, segvanî, birçîbûn, û işkencekirinê mirine”.
Rêxistinê wisa jî got: ” 818 Filestînî hatin girtin, 293 ji wan ku pirên wan ji xelkên kampa Yermûkê ne di bin operasyonên işkencê ê dijwar di zindanên rejîma Esed de hatin kuştin, “.
Rêxistinê diyar kir ku hêzên rejîma Esed gavin ne mirovahî derheqê xelkên kampê de avêtin, di heyva Êlûna bûrî de ava vexwarinê ji ser wan qut kir, di heyva Avrêla 2013an de kehreba ji ser wan qut kir, vê yekê hişt ku astengiyên wan dijwartir bibin, û pirsgirêkên jiyana wan mezintir bibin.
Raporê êşa xelkên kampê destnîşan kir, ku mecbûr dibin avê di riya desteyên hawarçûnê re misoger bikin, û eşkere kir ku kesên dorpêçkirî bêçar dimînin vê ava nepaqij û bi kêrî vexwarinê nayê vexwin ji ber bilî wê tune ye, û ev yek jî dibe sedema belavbûna nexweşiyan .
Jêder: Hevbendî – Ajans