Duhî li nêzîk xêvetgeha Xan Elşîh li gundewarê Şamê artêşa Azad di kemînekê de 15 serbazên Esed kuştin, di dema hewl didan li ser tewerê şeqama Elselam ber bi Navçeya navhatî ve pêş bikevin, û li aliyekî din şer û pevçûn li rojhilatê bajarê Me’edemiyt Elşam di navbera artêşa Azad û hêzên Esed de qewimîn. û tabûrên şoreşvanan li Navçeya Elrehba li taxa Cober û di kemînekê de 4 serbazên Esed kuştin, di dema ku hin serbaz ji maşîneke “BMB” peya dibûn. Herwiha şoreşvanan li bajarê Morik yê ser bi Hemayê ve hin navendên kombûna hêzên Esed bi topên hawinan û bi mûşekên girad armanc kirin. û li Helebê jî artêşa Azad hin baregehên Esed li ser aniyên “Elxalidiya, Şîhan, Henderat, Elmelah û Elbirêc armanc kirin “, di nav şer û pevçûnên li wan navçeyan diqewimin “.
Jêder: Hevbendî