Hejmara tûşbûyên nexweşiya “kiwashiorkor” li bajarokê Medaya li gundewarê Şamê, gihiştiye 2000 an, 600 ji wan zarokên ku nexweşiya wan giran bûye, û nojdar Mihemed Derwêş yê ji nexweşxaneya meydanî ya li Medaya, tinebûna dermanê çareserkirina vê nexweşiyê tekez kir, û herwiha balkişand ku di dema du rojên din de, biyekcarî wê çareseriya alternatîv ya ” şîrê F75″ xilas bibe, û got: ” me ji heftiya bûrî ve pêwendî bi NY re kiriye, û soza derbaskirina karwanên dermanên çareserkirinê dan, lê ligor bersiva fermanberekê ji NY, karwan dereng ketiye û hêjî derbas nebûye bo bajarokê ji aliyê hêzên Esed ve dorpêçkirî, bi behaneya rewşa ewlehiyê.
Hevdem nojdarê navhatî hişyarî da li ser rewşa bobelatî ya bajêr ji ber bilindbûna hejmara tûşbûyan ya bilez, û daxwaza bizaveke bilez ji rêxistinên mafnas û yên hawarhatinê kir, ji bo nehêlana belavbûna vê kirîzê.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaz ji NY û girûpa navdewletî kiribû, ji bo rizgarkirina xelkên navçeyên dorpêçkirî û rakirina dorpêçkirina wan, û gihandina alîkariyên mirovî bi awayekî bilez bo dorpêçkiriyan, nemaze bo xelkê bajarokê Medaya yê ku zarok û nişteciyên wê rastî nexweşiyek metirsîdar dibin, ji ber kêmbûna xwarin û dermanan.
Û Riyad Elhesen endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê, daxwaza hevkariyê digel pizîşkên Medaya kiribû, ji bona derbaskirina xwarin û derman û kelupelên pêwîst yên çareserkirina nexweşiya ” Kiwashiorkor” ya metirsîdar, ji tîmên hawarhatina navdewletî ya kar ji bona gihandina alîkariyan bo Medaya, herwiha daxwaza çareserkirina nexweşan kiribû, heta ku dorpêçkirina hêzên Esed û çeteyên Hizibûla terorîst biyekcarî ji ser bajêr rabe.
nexweşiya Kiwashiorkor ji kêmxawriniyê nemaze ji kêmbûna Pirotîn çêdibe, ku bedxwariniya pirotîn û şekir, ku navê”kiwashiorkor” zarevekî pizîşkî ye, tê wateya bedxwariniyê, û bi awayekî serekî ji bo kêmbûna pirotîn tê gotin.
Jêder: Hevbendî + Smart