Birêveberiya Tendiristî ya Hemaya azad duhî yekşemê ragehand ko 200hezar sivîl sêyek ji wan zarok in li herêmên bakur û rojavayê Hema, di bin gefa kêmbûna xizmetên bijîşkî de ne, ji encama biryara helawîstina hin rêkxistinan ji piştgiriya pirojeyên tendiristî re.
Di daxuyaniyekê de ji acansa Simart re, birêveberê nivîsgeha ragehandinê Ibrahîm el-Şemalî got: biryara rawestandina piştgiriyê ji destpêka vê heyva nuha cîbicî bûye, û li ser birêveberiyê û kadirên wê yên bijîşkî û yên birêveberiyê dikin pêk hatiye, hem li ser bargehên bijîşkî yên yekser bi ser ve ne, ko ji çar navendên tendiristî û du nexweşxaneyên taybetmend û bankek xwînê pêk tên.
Elşemalî got ku bargehên tendiristî yên bi ser birêveberiyê ve nuha bi şêweyekî xwebexşî kar dikin, ta ko çareseriyên berdêl bêne dabînkirin, û aliyine din bibînin ko piştgirî û xizmetan an mûçeyên karmendan yên biwara bijêşkî pêşkêş bikin.
Birêveberiyê bang li aliyên têkildar kir ko ji biryara rawestandinê vekişin, û tekez kir ko ew dezgehine mirovî yên bêlayen in, çi karê wan bi mijarên siyasî û leşkerî ve negirêdayî ne, û xizmetên bijîşkî ji sivîlan re pêşkêş dikin.
Birêveberiya tendiristiya Heleba azad wê jî roja înê hişyarî da ko rawestandina alîkariyê ji ser 43 bargehên tendiristî rojava û başûrê Helebê bakurê Sûriyê, dê 250 hezar sivîlan ji xizmetên bijîkî bêpar bike.
Di heman pêvajoyê de birêveberiya tendiristiya Idliba azad jî gotiye ku birayara hin rêkxistinan bo piştgiriya pirojeyên tendiristî gefê li 80 hezar kesên sûdê jê werdigrin dixwe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî