Bombebarana Rûsî ya peyapey li ser bajarê Elletaminê bakurê bajarê Hemayê hişt ko nexweşxana bajarok ya neştergeriyê ji kar derkeve ko di 24 demjimêran de ev bû du nexweşxane ji xizmetê derdikevin.
Çalakvanên xwecihî gotin ku fêrokên cengê yên Rûsî nexweşxane bi mûşekên teqîntund amanc kirin, di encamê de ziyanin mezin li beşên nexweşxanê û alavên bijîşkî çêbûne, lê çi ziyanên mirovî nehatine tomarkirin .
Berê jî bombebarana Rûsî hişt ko nexweşxana 111 ya taybetmendiya jinan ji xizmetê derkeve, di 24 demjimêran de du nexweşxane hatine amanckirin, bi vê jî bi hezaran niştecih ji guhdan û çareserkirina bijîşkî bêpar bûne.
Roja yekşemê jî firokên rûsî komkujiyek li bajarokê Qelet Elmedîq li gundewarê Hemayê pêk anî, di encamê de 7 kes ji nav wan xortek û dêya xwe şehîd ketine, ko ev bombebaran ji çend rojan de berdewam e piştî ko danûstandinê Astane bidawî hatine.
Parêzgeha Hema dikeve ber bombebarana asmanî û ya mûşekan û topbaranê ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya, di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndar bûne, tev ko herêmên sivîlan yên amanckirî ji hêla rêjîmê û Rûsya di peymana Idlib de ne, ya ko dibêje gerek ew bombebaran li ser herêmê raweste.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî