“Toreya Sûriyê ya mafê mirovan “ 25 kuştar li Sûriyê ko piraniya wan bi destê hêzên Rêjîmê û yên Rûsî di meha Gulana derbasbûyî de çê bûne, belgeh kirine.
Toreya Sûriyê îro sêşembê di raporteke nû de diyar kir ko ji wan, 16 kuştar Rêjîma Esed, û Rûsan sê kuştar, û Daiş pênc kuştar, û hêzên hevpeyman kuştarek pêk anîne.
Toreya Sûriyê got 45% ji qurbaniyên ewan kuştaran Jin û Zarok in, hejmara kuştiyan 302 kes in ji wan 72 zarok û 63 Jin bûn.
Toreya Sûriyê diyar kir ko “16 kuştar Rêjîma Esed çêkirine ji wan 5 li Idlib, 4 li Humsê, 2 li Helebê, 2 Gundewarê Şamê û 2 li Dêra zorê û yek li Reqayê pêk anîne”.
Li gora raporta Toreya Sûriyê ya mafnasiyê hêzên Rûsî sê kuştar yek li Idlib û 2 li Helebê pêk anîne, û rêkxistina DAIŞ pênc kuştar, sisê li Laziqiyê û yek li Humsê û yek li Tertûs, lê Hêzên Hevpeyman kuştarek li Helebê pêk anîne.
Raportê bal kêşand ser qebareya Kuştarên ko hêzên rêjîma Esed dikin û asta hêza ko bikar tînin û bêserûberiya bombebaranê ne ji ber xwe ve ye, lê bi plan û siyaseta dewletê ye.
Raportê daxwaz kir ko dosya Sûriyê radestî Dadgeha Tawankariya Navdewletî bibe, û Rêjîma Esed pabend bike bi derbasbûna hemû Rêkxistinên hawarhatinê û yên mafnasiyê û komîta vekolîna navdewletî û rojnamevanan, û wan asteng neke û hem milîtanên li rex Esed şer dikin wek Hizbûllah û Alayên Şêiyan, Ceyş Eldifa Elwetenî û Şebîha têkin lîsta tiroristiya navdewletî.
Jêder: Hevbendî