Duh roja yekşemê 15/9/2019 li bajarokê el-Raî bakurî Helebê, Otombîlek bumbekirî teqiya, di encamê de 25 kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Çalakvan Ehmed Elhûseyn ji malpera me re ragihand ku Otombîlek bumbekirî li nêzî nexweşxaneya El-Raî a mezin teqiya, û di encamê de 10 kesên sivîl hatin kuştın û 15 birîndar bûn.
Her wiha Elhûseyn diyar kir ku rewşa hinek birîndaran dijwar e.
Elhûseyn tekez kir ku derdora cihê teqînê ziyanên mezin çêbûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî