Di roja 13emîn ji agirbestê de, toreya Sûrî ya mafê mirovan 42 binpêkirinên rêkeftina rawestana karên dijminkarî belge kirine, ku tevlî binpêkirinên îro hejmara binpêkirinan giha 477 caran.
Ku doh ji encama binpêkirinên Esed û Firokên Rûsî hejmara 29 sivîl şehîd ketin, 5 zarok û jinek û 4 kesên di bin eşkenceyê şehîd ketin di nav wan de hebûn.
Di wan binp;kirinan de firok û çekên giran yên corbecor hatin bikaranîn, û firokên Rûsî çend gundên li gundewarên Idlibê bi êrîşên asimanî û bumbebaranê û deverên sivîl yên bê hebûna eskeran armanc kirin, her wiha firokên Rûsî Keferzêta li gundewarê Hema yê û Merc li gundewarê Şamê armanc kirin.
Û her wiha firokên Esed bermîlên teqîner bi ser Kefrenbûda li gundewarê Hemayê de berdan û ew bi topên giran armanc kirin, her wiha firokên rêjîmê herêmin li bajarê Helebê bi mûşek û mayînên deryayî armanc kirin û binpêkirinê rêjîma Esed gihan 5 bajarên Sûrî ku ew jî Der’a û gundewarê Şamê û Hema û Idlib û Heleb bûn ,ku ew jî bi reşaş û topên giran armanc kirin.
Jêder :Hevbendî