3 gorên bikomel yên nû û têde termên 710 kuştiyên kuştarên DAIŞê li dijî hoza Elşi’êtat li gundewarê Dêrazorê hatin dîtin, Navenda Dîkomentkara Dada Sûrî got ku”dîtina van gorên bikomel li gundewarê rojhilatê Dêrazorê qebareya tawanên DAIŞê di navçeyên li jêr Kontrola wê de bi zebra çekê dide diyar kirin “. û Navendê dîtina 3 gorên bikomel dîkomînt kir, ya yekem li roja 16-12-2014an û têde termên 450 kuştiyan hat dîtin û li roja pişt re duwem gora bikomel hat dîtin û têde termên 235 kuştiyan û di gora sêyem de 25 term hatin dîtin, û hejmaran terman bû 710 term. û çalakvanên Navenda Mafnasî karîbûn bidihên qurbaniyan bi nav nas bikin, û yên din nehatin nas kirin ji ber “rizîbûn û şêwandin û lîstina bi terman piştî kuştina wan hatibû kirin “. herwiha Navenda navborî daxwaz ji rêxistinên mirovî û yên mafên mirovan kir, bo danîna sînorekî ji vê bobelata mirovî re ya li dijî Sûriyan dibe ji aliyê DAIŞê û rêjîmê ve. û Mihemed Qedah cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî tawankariya dirindeyî ya Daiş li Dêrazorê şermezar kir, û di daxuyeniyekê de bo Nivîsîngeha Ragihandinê got ku:” zorbeya rêjîmên dîktator em fêr kirine ku tiştekî li şûn xwe nahêlin ji wêrankirin û terman û mirinê pêve li ser qada me tiştek neçandine”, û got ku:” ev çar sal in em tûşî kuştin û wêrankirina rêjîma Esed û Mîlêşeyên wî yên milîperist dibin, û paşî DAIŞ hat û heman tawankarî peyda kirin, bi radeya ku hîç ciyawaziyek nîne ji aliyê şêwaz û rêkên kuştin û tawankariyan ve di navbera DAIŞ û rêjîma Esed de “, herwiha Qedah tekez kir ku”gorên bikomel mukurhatinek e ji encamderê wan tawankariyan ku ew kujer e û derveyî yasayê ye, û neçar bûye nîşanên tawana xwe veşêre wek her bikujekî pîşpîşe”. û di dawiya daxuyaniya xwe de Qdeah cext kir li ser “rujdiya Sûriyan li ser pêşveçûna şoreşê heta bigehêjin Sûriyak nû, têde dad û azadî û rûmet bo hemû welatiyên wê dabîn bibe, tevlî nirxên giran yên ji aliyê Sûriyan ve hatine pêşkêşkirin û yê heroj kur û keçên xwe û ji çar salan ve pêkêş dikin”.
Jêder: Hevbendî