Rêjîma Beşar Elesed di Çêriya Paşî de 31 kuştar pêk anîn, qurbaniyên wan kuştaran bêtir ji 365 Sivîlî bûn di nav wan 82 zarok û 48 Jin hebûn.
Kuştar li Reqa, Hema, Heleb, Der’a, Gundewarê Şamê, Hums, Dêra Zorê û Şamê çê bûn û para mezin ya Reqa bû, dora 270 Sivîlî şehîd ketin, û êrîşên asmanî yên firokên Esed dane ser Taxên Sivîlan li Helebê û Der´a û Bermîlên teqîner bi ser wan de berdan.
Herweha Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiyê di derbarê kuştarên Reqa û Horanê de got: Ne jidilbûna Civaka Navdewletî di danîna sînorekî ji tawankariyên Esed re li Der’a û Reqa û deverên din, dê bihêle hemû herêmên Sûriyê ji hovîtiya Esed re bibin nêçîr, û liber ketina dava tiroristiyê bin, ya ko dewletên cîhanê sûr in li ser ku hevwelatiyên Sûrî û tevaya herêmê bikin qurbaniyên wê.
Herweha Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî rexna”nerêniya danûstandina dewletan bi qeyrana mirovî li Sûriyê”kir û got: derengiya navdewletî di piştgiriya Sûriyan de encamê wê bêtir wêranî û tevlîheviya ko derî li ber geşbûna tiroristiyê ya bi fermana rêjîma Esed kar dike vekirî dihêle.
Jêder: Hevbendî+Tore