Toreya Sûriyê ya mafên mirovan anî ziman ko 35 kes bi êşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de ji destpêka îsal de şehîd ketine, piştî hatina nûçeya şehîdketina çalakvan Ramî Henawî yê ko ji sala 2012ê ve di zindanên rêjîmê de girtî bû.
Toreyê di raporteke xwe ya nû de diyar kir ko 40 kes ji destpêka sala 2018ê ve hatine kuştin, 35 ji wan bi destê hêzên rêjîmê ne, berê jî di raportên xwe de salixê operasiyonên êşkencedanê di zindanên rêjîma Esed de dabû û gotibû: ‘’rêjîm êşkenceya nijadperestî û ya mezhebî di jêrzemînên xwe de bi şêweyên corbicor bikar tîne. ‘’
Toreyê aniye ziman ko hejmara giştî ya şehîdên bi êşkenceyê ji adara 2011ê ve 13hezar derbas kiriye, çalakvan guman dikin ko hejmar ji wisa bêtir e, ji ber bi dehên hezaran girtî û veşartiyên kotekî hene.
Berî çend rojan çalakvanan ji bajarê Siwêda kuştina çalakvanê sivîl Ramî Henawî ragehandin. Ramî ji tebaxa 2012ê ve girtî bû, û diyar kirin ko dezgehên ewlehiyê yên bi ser rêjîmê ve nûçeya mirina wî gihandine mirovên wî.
Serokê komîta navdewletî ya xaça sor Bîter Mwer duh hişyarî da ji hestiyariya rewşa Sûriyê, û dibîne ko kêşeya windabûyan giringtirîn arîşeya Sûriyê ye.
Û bal kişand ser ko komîtê 13hezar gilîname di heşt mehan de wergirtine, û bêtir got ko piraniya wan bi sedemên siyasî hatine girtin û mirovên wan tu tiştî li ser wan nizanin.
Rêkxistinên navdewletî rêjîma Esed bi pêkanîna tawankjariyên cengê di zindanan de tawanbar dikin, berê jî “Human Rights Wotch” li ser êşkencedana hovane axivîbû, û cihên sotandina rêjîmê ji kelaxên kesên bi eşkenceyê mirine aşkere kiribû.
Mafnasan gotin ko girtî di zindan û şaxên ewlehiya rêjîma Beşar Elesed rastî êşkenceyeke tund tên, ko bûye sedema mirin an kêmendambûna wan, zîdebarî ku wan ji xwarin û vexwarinê û dermanên pêdivî bêpar dikin.
Tê zanîn ku fserekî cudabûyî 55hezar wêneyên êşkenceyê ji 11hezar girtî re derxisttibûn, wêne operasiyonên êşkencedanê diyar dikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî