Li gundewarê bajarê Efrinê , duh 24/9/2019 otombîlek bombekirî teqiya, di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna Otombîlekê de li hindir Cindirêsê li gundewarê Efrînê, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, û 11 kesên din birîndar bûn.
Her wiha Zeyno diyar kir ku li derdora cihê teqînê ziyanên madî ên mezin çêbûn û gelek dikan şewtîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî