Îro çarçemê 5 sivîl di nav de du zarok û jinek hebûn bi bombebaranên bi mûşekan ji hêla hêzên rijêma Elesed li ser gundê Bilyon yê girêdayî parêzgeha Idlibê birîndar bûn.
Û tîmên Berevaniya Sivîl ya Sûrî bilez herdû zarokên ji ber armanckirina hêzên rijîmê birîndar bûne gihandin xaleke bizîşkî nêzîkî deverê.
Di dema ku hîn hêzên rijêma Elesed û Rûsiya di binpêkirinên agirbestê de berdewam in, ew jî dihêle ku sivîl ji nû ve derbider bibin û nikaribin vegerin malên xwe, tevî metirsiya belavbûna Vîrosê Korona li kampên bakurê Sûriyê.
Hêjayî gotinêye ku tîmên Berevaniya Sivîl ya Sûrî bêhtir ji 80 binpêkirinên hêzên rijêmê û milîşeyên wê ji destpêka vê heyvê de belge kir, ew jî bû sedema ku 6 kes ji wan canê xwe jidest bidin û 35 kes jî birîndar bûn, di nav de zarok jî hebûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî